Ligel berfê li Wanê agirê Newrozê bilind bû 2022-03-20 14:56:42     WAN - Ligel barîna berfê li Wanê Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Di Newroza de peyama “Dem dema azadiya Ocalan e.” hat dayîn.    Li Wanê, ligel barîna berfê jî bi sed hezaran kes herikîn ber Keleha Wanê û qada Newrozê têje kirin. Gel bi kincên xwe yên herêmî û rengîn qada Newrozê xemilandin.    Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir û dema rêzgirtinê bi sed hezaran kesî bi yekdengî dûrişmeya "Şehîd namirin" berz kir. Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Ahmet Guven, spasiya gel kir. Hevseroka HDP'ê ya Bajar a Wanê Handan Karakoyûn, got ku Newroz berxwedan û têkoşîn e. Hevserokê HDP'ê ya Bajar a Wanê Fîkret Dogan jî ev tişt got: "Bi dayîna bi hezaran bedelan ev roj hatin. Hûn li van bedelan xwedî derketin. Em pasiya we hemûyan dikin."    'Divê tecrîd bi dawî bibe'   Piştî destpêkirina Newrozê û axaftinên vekirinê hunermend Ayfer Duzdaş derket ser dikê û stranên xwe got. Endama Dayikên Aştiyê ya Wanê Xecê Akdogan derket ser dikê û got: “Em tecrîdê qebûl nakin. Divê ev tecrîd teqez bê rakirin. Em naxwazin kesek bimire û bila hemû kes di nava aştiyê de bijî.”  Piştî axaftinê jî mêvan vexwendin ser dikê û agirê Newrozê hate vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re bi sedhezaran kes bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin û xelekên govendê gerandin.    'Sedsala 21'an dê bibe sedsala kurdan'    Piştre jî Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç axivî û wiha bi lêv kir: “Em weke Tifaqa Kurdistanê, Newrozê li gelê xwe pîroz dikin. Ev bi hezaran salane ku li ser vê herêmê zextekê mezin heye. Gelê Kurd jî dibêje; ‘Em miletek in.’ Ev Newroz, Newroza azadî û aştiyê ye. Em li vir bangî wan kesên dixwazin me bi polîtîkayên qirêjî, qirkirin û bi komkujiyan tune bikin dikin; dawiya polîtîkaya we hatiye. Sedsala 21’emîn, sedsala kurdan e. Banga me ji bo hemû cîhanê ev e, 50 milyon kurd êdî naxwazin bêstatû bijîn.”    'Têkoşîn bi pêşengiya jinan didome'   Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca jî di pîrozbahiyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Ne barîna berfê û ne jî tu astengiyan nekarî pêşî li gelê me bigire. Newroz; Bêrîtan û Mazlum e. Em di rojên dîrokî de ne. Di her têkoşînan de bedelên giran tên dayîn. Gelê me niha bi polîtîkayên şer û qirkirina re rû bi rû ye. Lê hûn çi dikin bikin lê dê nekarin pêşî li gelê me bigirin. Niha li dijî girtîgehan êrişên qirêjî tên kirin. Em ê xwe li ber we netewînin. Dê polîtîkaya we ya li dijî jinên kurd têk biçe û hûn bi ser nekevin. Ev têkoşîn dê bi pêşengtiya jinên kurd bidome. Em li vir ji Wanê bang dikin; yên ku nabihîzin û çavên xwe girtine re dibêjin ku gelê kurd ji bo azadiya Ocalan têdikoşe. Roj, roja azadiya Ocalan e. Hûn çi dikin bikin lê dê nekarin pêşî li daxwaza gelê kurd bigirin.”   'Em ê teqes bi ser kevin'    Piştî Koma Pelê Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel axivî û got: "Gelê kurd bi bedeleke mezin têkoşîna azadiyê da meşandin. Ji ber vê sedemê êrîşê li me dikin. Li hemberî Birêz Ocalan tecrîdeke giran heye, bi hezaran kes jiyana xwe ji dest da û dest danîn ser şaredariyên me. Lê li hemberî polîtîkayên dijminatiyê yên AKP'ê hêzeke neteweyî heye. Bi tecrîdê pirsgirêk nayê çareserkirin û dê tecrîd teqes bê şikandin. Em ê teqes bi ser kevin."    'Gel rêya çareseriyê hildibjere'    Parlamenter Sezaî Temellî jî diyar kir ku bi berxwedanê dê faşîzm têk biçe û wiha bi lêv kir: "Em ê faşîzmê têk bibin û azadiyê bi dest bixin. Îqtîdira bi şer bersivê dide gel. Lê gel her tim rêya çareseriyê hildibjere. Çareserî Ocalan e. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe ne li Tirkiyeyê û ne jî li Rojhilata Navîn aştî pêk tê."   Piştî axaftinan Lawje derket ser dike. Pîrozbahî bi stranên Lawjê berdewam kir.