Newroza Enqereyê: Kes nikare agirê Newrozê vemirîne 2022-03-20 13:55:18     ENQERE - Di saetên serê sibehê de li Enqereyê gel kom bû û bi govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê hat kirin. Filiz Kerestecigolu di pîrozbahiyê de got:"Em ê bi hev re bi ser bikevin. Çawa Kawa serî netewand îro jî bi heman awayî em ê serî netewînin."   Welatiyên li Enqereyê li Anitparkê bi dirûşma "Dem dema sekeftinê ye" kom bûn û bi gerandina govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Jin bi kincên we yên kurdî herikîn qadê û lîrandin. Dowizên wêneyên Deniz Poyraz a li Îzmîrê hat qetilkirin, Garibe Gezer a li girtîgehê hat qetilkirin û Kemal Kurkut ê li Newroza Amedê hat qetilkirin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîsan ew negirtin qadê. Komîteya Tertîpê jî bi gotina "Kemal Kurkut, Deniz Poyraz Garibe Gezer nemir in" bersiv dan polîsan.    Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Filiz Kerestecioglu û Endamê Lijneya Birêvebir a HDP'ê Dogan Erbaş beşdar bûn. Bi beşdariya Dayikên Aştiyê û gelek ciwanan qada Newrozê di saetên zû de tije bû.    Pankarta "Newroz pîroz be" li ser dika Newrozê hat daliqandin û dirûşmên "Bijî Newroz, Newroz pîroz be" û "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.    Filîzê di pîrozbahiya Newrozê de axivî û got em bi milyonan e û em serî natewînin. Filizê da zanîn kes nikare agirê Newrozê vemirîne û got em ê li ser piya bin. Filizê di heman demê de got ew ê dengê hemû girtiyan û dengê Aysel Tugluk bilind bikin.    Newroz bi coş û gerandina govendê bi dawî bû.