Li qada Newrozê ya Silopiyê 'Bijî berxwedana zindanan' 2022-03-20 13:43:14     ŞIRNEX - Gel bi cilên xwe yên rengîn herikin qada Newrozê ya Silopiyê û bi dirûşmên xwe "Bijî berxwedana zindanan" xwedî li girtiyan derketin.    Li navçeya Silopiya Şirnexê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Serê sibê gel kom bi kom berê xwe da qada pîrozbahiyê. Girse bi cilên kurdewarî, bi rengê kesk, sor û zer qada Newrozê xemilinadin.    Girseya ku li qadê kom bûn li beramberî muzîkê govend gerandin û dirûşma “Bijî berxwedanan zindanan” û “Be serok jiyan nabe” berz kirin.    Hatina gel a li qadê didome.