Li Gundogduyê dirûşma 'Bê serok jiyan nabe' tê berzkirin 2022-03-20 13:42:24   ÎZMÎR - Li Qada Gundogduyê ji bo pîrozbabhiya Newrozê bi hezaran kes li hev civiyan û bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" azadiy Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixwazin.   Pîrozbahiya Newrozê ya li Îzmîrê bi dirûşma "Dem, dema serkeftinê ye" bi dirûşmeyên "Bijî Serok jiyan nab" dest pê kir. Gel li Îzmîrê di saetên serê sibê de hatin ber deriyên ketina hundir a qadê. Saet  di 13.00’an de girse girtin qadê. Jin û ciwanên bi kincên xwe yên kurdî ketin qadê dîmenên rengîn derxisitn holê. Li qadê bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo",  "Bijî têkoşîna gelan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan, "Denîz poyraz bêmirin e" tên berzkirin.   Li qadê pankarta bi nivîsa "Dem dema serkeftinê ye" û "Neworz pîroz be" hatin daliqandin. Herwiha li qadê wêneyê Denîz Poyraz a li Avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin jî hat daliqandin.    Di pîrozbahiyê de li bendê ye ku Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelna Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenî, parlamenterê Îzmîrê yê HDP'ê Murat Çepenî û Berdevkê Demê yê Partiya Azadiya Civakî (TOB') Julîana Gozen biaxivîn.   Agirê Newrozê ji aliyê Malbata Denîz Poyraz ve hat vêxistin.   Di pîrozbahiya ku wê heta 18.00'an bê kirin de wê gelek hunermend jî cih bigirin.