Li Stenbolê coşa Newrozê dest pê kir 2022-03-20 11:15:57     STENBOL - Li Stenbolê ji bo Newroza ku wê li Yenîkapi bê lidarxistin li gel kesên ku ji navçeyan bi wesayitên taybet ketine rê ketina qadê jî bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" hat destpêkirin.   Li bendê ye ku bi sedan kes tevli Newroza Stenbolê ya ku îsal wê li Yenîkapiyê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" bê pîrozkirin. Amadekariyên pîrozbahiya ku ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve hefteya berê dest pê kiribû, bi dawî bûn. Pîrozbahî wê saet di 11.00'an de dest pê bike û beriya saeta destpêkê herikîna ber bi qadê ve dest pê kir.   Bi hezaran ji navçeyan derketin rê   Her wiha li 39 taxan 350 otobusên mezin û bi sedan wesayîtên biçûk hatin rakirin. Tevî hewaya sar û baranê jî bi hezaran kes ji bo ku bi van wesayîtan biçin qada Newrozêderketin rê. Li aliyê din kesên ku li ber Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Sultangaziyê hatin gel hev jî polîs bi kontrolkirina nasnameyan xwest ku siwarbûna wan a wesayitan asteng bike.  Welatiyên ku di hewaya sar de bi deqeyan li bendê ne, bi coşeke mezin û cil û bergên xwe yên neteweyî yên rengîn û bi dirûşmên ku berz dikin li benda destpêka Newrozê ne.   Kesên ku wê tevli pîrozbahiyê bibin   Dê bername bi derketina ser dikê ya stranbêjên kolanan û hunermend Huriye dest pê bike. Pişt re jî bername wiha ye: “Li ser navê Komîteya Amadekar axaftina vekirinê û silavdayîn, Hevserokên HDP’a Stenbolê dê bi du zimanan xelkê silav bikin, pêxistina agirê Newrozê, xwendina metna hevpar a pêkhateyên Newrozê, axaftina Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, axaftina Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, Grûp Vardiya dê derkeve ser dikê. Axaftina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, hunermend Xêro Abbas dê bistrê, li ser navê saziyên elewiyan axaftin, pişt re jî dê Serokê Giştî yê EMEP’ê, Hevserokê ESP’ê, Berdevka SODAP’ê, Hevserokê SYKP’ê, Serokê Giştî yê TÎP’ê, Hevberdevkê Partiya Kesk û Çep biaxivin û di dawiyê de jî Koma Sorjiyan derkeve ser dikê û bername bi dawî bibe.”