Amedî wê bi cil û bergên kurdî hatina Newrozê pîroz bikin 2022-03-20 09:03:07     Medya Uren- Şirin Çinar    AMED - Ciwanên kurd ji bo Cejna Newrozê pêşwazî bikin xwe bi cil û bergên kurdî dixemilînin. Esnafên ku cilên kurdî difiroşin coşa ciwanan parve kirin û gotin li gorî salên din îsal coşek cuda heye. Ango li gorî salên din zêdetir kirîna cilên kurdî çêdibe.     Ji cejna Vejînê, Newrozê re hindik ma. Kelecana gel, bi taybetî ji coşa gelê Amedê her ku diçe jî zêde dibe. Ji bo bi rengê Newrozê xwe bixemilînin jî dest bi kirîna cil û bergên kurdî dikin. Têkildarî amadekariyan jî me ji dirûnkar û esnafên Amedê yên cilên Kurdî difroşin pirsî. Esnafan coşa gel û bi taybetî ya ciwanan parve kirin û gotin em bi dirûtina cilan nagihêjin.   'Îsal coşeke xweştir heye'   Esnafa bi navê Ayhan Kaş a ku cilên kurdî ji bo jin û mêran jî didirû û difiroşe têkildarî amadekariyên Newrozê ev gotin kir: "Li gorî salên din îsal coşeke xweştir heye. Me ewqas hêvî nedikir. Ev coş jî hem hatina Newrozê li bîra min dihêle û hem jî keyfa me esnafan xweş kir. Tê zanîn ji ber şewba koronoyê û qeyrana aborîyê em di pêvajoyên zehmet re derbas dibin. Lewra ev çend roj in ji ber ciwanan cil di destê min de neman. Ciwan êdî ji bo cilên botanî tên, ruxmê nemane bi israr dixwazin. Em jî dixwazin herkesi bi rengên xweşik bixemilînin." Ayhanê herî dawî jî got em Newroza îsal a ku em hêvî dikin bi coşek mezin pêk were pîroz dikin."   'Cilên botanî di destê me de neman'   Şukran Derlî Dolgu jî coşa kirîna cilan wiha parve kir: "Weke hûn ji dibînin fioştgehên me tije ne. Me ev girse hêvî nedikir. Jin, zarok, ciwan û mêr ji bo cilên kurdî bistînin ketine dorê. Bi taybetî jî cilên botanî dixwazin. Jin bi botanî û mêr jî bi Colemêrgî û botanî cil dixwazin. Em bi wan cilan re nagihêjin. Bawer im îsal ji bo çûyîna Newrozê coşek cuda heye. Li gorî em dibînin jî wê qada Newrozê gelek  rengîn bixemile."   'Her sala diçû xerabtir dibû'   Roza Dalli jî bikurtahî ev gotin anî ziman : "Beriya salan Newroz bi coşek mezin dihat pîrozkirin. Ev jî ji bo xeyatên cil û bergên kurdî dibû sedema dahatek mezin. Lewra her sala diçe rewş ne baş dibe. Bi taybetî jî di çend salên dawî de ji bo şewba koronoyê û qeyrana aborîyê qet firotin çênedibû. Îsal li gorî salên din baştir e."   'Em bi kelecan in'   Sebîhe Çakara ya hatibû sitandina cilan jî wiha got: "Demek dirêj e em li benda vê rojê ne. Newroza Amedê gelek bi coş û bi girseyî derbas dibe. Me cilên xwe sitendine û em li benda Newrozê ne. Em ê bi govend, tilîliyan û rengê xwe li qadan bin."