Hejmara jinên li Amedê hatin binçavkirin derket 11 kesî 2022-03-20 08:57:06     AMED - Duh ji 10 jinên ku anîn edliyê û dozger derbarê wan de daxwaza  girtinê kir, derbarê 4 jinan de biryara girtinê hat dayîn û 6 kes jê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Amedê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya vê lêpirsînê de di 16'ê Adarê de bi ser malan de hatibû girtin û di nav wan de siyasetmedar jî heyî 25 jin hatibûn binçavkirin. Ji jinên ku hatin binçavkirin 7 jê di 18'ê Adarê de piştî ku derxistin dadgehê hatin girtin û 8 ji wan jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.    Ji van jinan 10 jê ku hîna dibin çavan de dihatin girtin, duh ew jî anîn edliyê û dozger derbarê wan de daxwaza  girtinê kir. Li ser daxwaza dozger derbarê 4 jinan de biryara girtinê hat dayîn û 6 jîn jê jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.