Li Dep û Tatosê govenda Newrozê 2022-03-19 16:46:06     XARPÊT/ERZIROM - Li Depa Xarpêtê û li Tatosa Erziromê agirê Newrozê hat pêxistin û govenda serkeftinê hat gerandin.    Newroza 2022'yan bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li bajarên herêmê tê pîrozkirin. Li Depa Xarpêtê û li Tatosa Erziromê agirê Newrozê hat pêxistin.   Li Erziromê pîrozbahî    Dê roja duşemê ango 21'ê Adarê li Tatosa Erziromê Newroz bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" bê pîrozkirin. Lê beriya pîrozbahiyê îro xelkê Tekmanê agir pêxistin û li dora agir govend gerandin. Ciwanên ku li dora agir kom bûn dirûşmên wekî “Bijî berxwedana zindanan”, “Newroz pîroz be” bezk kirin.    Li Xarpêtê agir hat pêxistin   Li navçeya Depa Xarpêtê jî ji ber pandemiyê piştî 2 sal şûnde hat pîrozkirin. Pîrozbahî di saetên serê sibê de destpê kir. Partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî pîrozbahiyê bûn. Her wiha li bajar û navçeyên derdorê jî ji bo pîrozbahiyê hatin navçeyê.    Ligel barîna berfê gel bi cil û bergên xwe yên kurdewarî li ber avahiya HDP'ê ya navçeyê kom bûn û bi meşê berê xwe dan qada Newrozê ya ku li Qada Otogarê.    Di pîrozbahiyê de hevserokên HDP'ê ya navçeyê Sariye Bal û Îmran Kiliç, hevserokê HDP'ê ya bajêr Alî Yildirim axivîn. Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî jî axivî bal kişand ser girîngiya Newrozê. Mehmet Ruştî, her wiha di berdewamiya axaftina xwe de jî ser tecrîdê rawestiya û banga bi dawî kirina tecrîdê kir.    Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin. Welatî li dora agir govend gerandin û dirûşma “Bê serok jiyan na be” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.    Pîrozbahî bi stranên Jan Axîn bi dawî bû.