Li Wanê Nobeda Edaletê di roja 94'an de ye 2022-03-19 16:44:14   WAN - Li Wanê rêxistinên ked û pîşeyê ku çûn serdana "Nobeda Edaletê" ya  xizmên girtiyan gotin ku divê saizyên sivîl piştgiriya dayikan bikin.    "Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyan ku li Baroya Wanê ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ve hatibû destpêkirin li Baroya Wanê di roja 94'an de berdewam dike. Heyeta ku ji Hevserokê KESK'ê, Mehmet Bozgeyîk, Sekreterê BES'ê Azîz Ozkan a ji Enqreyê hat û Platforma Şaxên KESK'ê ya Wanê, Serokê Odeya Tabîban (TTB) a Wan û Colemêrgê Huseyîn Yavîç serdana çalakiyê kirin.    'Astengkirina mafê tendirustiyê nayê qebûlkirin'   Huseyîn Yavîç diyar kir ku ew nobeda malbatan ya demek dirêj e hatiye destpêkirin silav dikin û got, "Em binpêkirinên mafan ên derbarê girtiyan de ji nêz ve dişopînin. Mafê Tendursityê mafê bingehîn ê mirovî ye û astengkirina vî mafî nayê qebûlkirin."   'Divê STK xwedî derkevin'   Huseyîn diyar kir ku ew çalakiya dayikan gelek girîng dibînin û berdewam kir, "Ev çalakî tenê ne ya dayikan e. Ev têkoşîneke ku divê hemû saziyên sivîl lê xwedî derkevin e."