Rewşa girtiya nexweş Sureyya Bulut giran dibe 2022-03-19 16:18:16     STENBOL - Şaxa Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Stenbolê di Rûniştina F'yê ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa Sureyya Bulut  a bi nexweşiya giran û ev 28 sal in di girtîgehê de ye.     Şaxa Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 521’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Sureyya Bulut a ji sala 1994’an ve girtî ye û niha li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan tê ragirtin.    Gulseren Yolerî axivî û diyar kir ku rayedar li hember binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bêdeng dimînin û mafên girtiyan piştguh dikin.    'Bila hemû girtî tavilê bên berdan'   Gulseren derbarê rewşa Sureyya Bulut a 28 sal in girtî de agahî dan û got nexweşînên tuberkuloz a asta yekemîn û Sendroma Wernicke Korsakoff pê re heye.Gulseren da zanîn ku çavek Sureyya Bulut ji binî pûç bûye û çavên din jî ji sedî 20 nabîne û ji bilî nexweşînên wê di bedena wê de parçeyên şarapnelê hene û li girtîgehê têkoşîna jiyanê dide. Gulseren destnîşan kir ku Sureyya tevî rapora nexweşînan jî nayê berdan û jiyana wê ber bi xetereyê ve diçe û xwest Sureyya Bulut û tevahiya girtiyên nexweş tavilê bên berdan.