Di Newroza Bismilê de daxwaza azadiya Ocalan hat kirin 2022-03-19 15:54:32   AMED - Di Newroza Bîsmîlê de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hat xwestin ku bila demildest bê berdan.    Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li gelek bajaran bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Li navçeya Bîsmîlê jî pîrozbahiya Newrozê bi coş û kelecaniyek mezin li taxa Sanayîyê li qada Newrozê dest pê kir. Pîrozbahiya ku divê saet di 11’an de bihata destpêkirin ji ber muameleya polîsan a kêfî 13.00 an de dest pê kir. Bi hinceta “Cil û bergên rêxistinê li xwe kriine” gelek welatî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.   Parlementerên HDP yên Amedê Dersîm Dag, Îmam Taşçier û Garo Paylan, Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Amedê Gulîstan Atasoy jî tevli pîrozbahiyê bûn. Herwiha li qada ku lê Newroz were pîrozkirin ji hêla polîsan ve nokteyên lêgerînê hatin danîn. Welatiyên ku ji nokteyên lêgerînê derbas bûn bi coş û xemla xwe bi girseyî herikîn qadê.    Tevî hewaya sar û baranê welatiyan govend gerand û bi dirûşmên “Newroz pîroz be” pîrozbahiya xwe berdewam kirin. Piştre agirê Newrozê hate pêxistin û girseyÊ li dorA agir dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” , “PKK gel e , gel li vir e” berz kirin.    ‘Wê agirê Newrozê bibe wesîleya azadiya Birêz Ocalan’   Di destpêkê de Dersîm Dag axivî û Newroza hemû gelan pîroz kir. Dêrsîm diyar kir ku Newroz sembola serkeftina gelan e û wiha axivî: “Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst îro jî têk çûye. Ew çend salên xwe yên dawîyê derbas dikin. Yên ku dibêjin kurd tune ne, bila li vê qadê binerin. Ev qad, têkçûna wan nîşan dide.  Kes nikare li dora agirê azadiyê yê vî gelî bisekine. Agirê îsal wê bibe wesîleya serkeftin û azadiyê. Ev agir ji bo azadiya birêz Ocalan e.”   Hevserokê Şaredariya Bismilê Orhan Ayaz ê ku ji peywirê hatibû dûrxistin û li şûna wî qeyûm hatibû tayîn kirin silavên Hevşaredar Gulşen Ozer a ku bi awayekî nehiqûqî hatibû girtin ragihand.  Newroza gel pîroz kir, diyar kir ku bi berxwedana gel serkeftin pêkan e.    Îmam Taşçier jî bal kişand  ser pêvajoya çareseriyê û got : “ Yên ku maseya çareseriyê qelibandin, di binê vê maseyê de  man.  Di vê merheleyê de ne aboriya wan heye, ne jî girseya wan heye. Dema ku winda kirin , bi hemû hêza xwe êrîşî deskeftiyên kurdan kirin û bi hezaran kes girtin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Çi dikin bila bikin, ev gel wê bi ser bikeve. Newroz yekîtî ye, berxwedan e, serhildan e. Newroz pîroz be. Ti kes li pêşberî berxwedana gel nikare bisekine.”   Piştî axaftinan mîtîng bi kilam û awazên hunermend Cevdet Bagca Devrîm Demîr bi dawî bû.