Ligel barîna berfê li Şirnexê agirê azadiyê hat pêxistin 2022-03-19 14:49:54     ŞIRNEX - Li Şirnexê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" bi tevlîbûna ji 7 salî heta 70 salî pêk hat. Ligel barîna berfê û hewaya sar agirê serkeftinê hat pêxistin.    Li Şirnexê bi hezaran kes bi cilên kurdî û coşeke mezin herikîn qada Newrozê. Li qada Newrozê ya li Çerxerêya Sîteya Sanayiyê ya navenda Şirnexê pankartên "Dem dema serkeftinê ye","Em bi agirê Newrozê serî hildin, azad bibin","Newroz Raperîna Azadiyê ya Jinê ye" hatin daliqandin.    Ji serê sibehê de ji 7 salî heta 70 salî Şirnexiyan qada Newrozê, tevî sermayê tije bû. Newroza ku bi gerandina govendê dest pê kir. Sazî û dezgehên sivîl tevhî pîrozbahiyê bûn. Serokê komîteya amadekar Kamuran Demîr axaftina vekirinê kir û Newroza gel pîroz kir.    Piştre jî hevserokê HDP'ê ya Şirnexê Sebahattîn Denîz axivî û diyar kir ku ji bo azadî, aştî û demokrasiyê dê heta dawiyê li ber xwe bidin.    Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyan û got: "Kesên ku dixwazin partiya me bigirin, kesên ku li girtîgehan mafên girtiyan binpê dikin û kesên ku tecrîdê giran dikin bila îro li vê qadê temaşe bikin. Bila her kes bizane ku em kurd in."   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, destnîşan kir ku di sala 2013'yan nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwendin û wiha bi lêv kir: "Birêz Ocalan rêya çareseriyê bi nameya xwe anî ziman. Lê belê tifaqa şer vê tiştî red kir. Em jî niha ji bo azadî, ziman û nasnameya xwe li ber xwe didin. Em carek din li vî qadê bang li îqtîdarê dikin ku tecrîda li hemberî Birêz Ocalan rakin."   Piştî axaftinan agirê Newrozê ji hêla Ayşe Acar Başaran, Nuran Îmîr û endamên Dayikên Aştiyê ve hat pêxistin. Piştî pêxistina agir pîrozbahî bi stranên hunermend Hîvron dom kir.