Îzmîr ji bo Newrozê amade ye 2022-03-19 14:40:56     ÎZMÎR - Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê û rêxistinên ku di komîteya amadekar de cih digirin ji bo Newroza ku wê li Îzmîrê bê pîrozkirin banga tevlibûnê kirin.   Li Îzmîrê li gel ku xebatên amadekariya Newrozê bi dawî bûn Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku wê sibe saet di 13.00'an de li Qda Gundogduyê bê pîrozkirin banga tevlibûnêa pîrozbahiyê kir û broşurê Newrozê belva kirin. Di belavkirina broşuran de parlamenter Serpîl Kemalbay û Murat Çepenî jî cih girtin.