Newroza Bismîlê bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' destpê kir 2022-03-19 13:47:24     AMED - Pîrozbahiya Newrozê ya Bismilê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” destpê kir.   Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li gelek bajaran bi coşekê mezin tê pîrozkirin. Li navçeya Bîsmîlê ya Amedê jî pîrozbahiya Newrozê bi coş û kelecaniyek mezin dest pê kir.  Parlementerên HDP yên Amedê Dersîm Dag, Îmam Taşçier û Garo Paylan jî tevli pîrozbahiyê bûn.    Li Qada ku wê Newroz lê were pîrozkirin ji aliyê polîsan ve nokteyên lêgerînê hatin bicihêkirin . Welatiyên ku ji nokteyên lêgerînê derbas bûn bi coş û xemla xwe herikîn qadê.    Tevî hewaya sar û baranê welatiyan govend gerandin û bi dirûşmên “Newroz pîroz be” pîrozbahî pêk anîn û agirê Newrozê hate pêxistin.  Girseya li dora agir dirûşên “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” , “PKK gel e , gel li vir e” berz kir.    Pîrozbahî bi govendê berdewam dike.