Li Girtîgeha Bakirkoyê bi ser qawişan de hatin girtin 2022-03-19 11:34:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Esma Başkale ya di Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê de tê girtin da zanîn ku gardiyanan ji wan re gotiye em rehetiyê nadin we, bi ser qawişên wan de girtine û ew bi mirinê gef bi wan dane xwarin.    Melek Başkale bi lêv kir ku xwişka wê duh bi telefonê li wan geriyaye û ragihandiye ku gardiyanan di bin navê “lêgerînê” de bi ser odeyên wan de girtine.    Pirtûkên girtiyan çirandine   Melekê, da zanîn ku ji 15’an zêdetir gardiyan bi ser odeya xwişka wê de girtine û jê re wiha gotine: “Em rehetiyê nadin we. Ne hefteyê rojekê, em ê her roj bi ser qawişa we de bigirin.” Melekê anî ziman ku gardiyan bi pêlavan derketine ser maseyên girtiyan û tiştên wan belav kirine. Melekê, bi lêv kir ku gardiyanan bi “mirinê” gef li girtiyan xwarine û got: “Xwişka min got ku van serdegirtinên qawişan ên di bin navê “lêgerînê” de qebûl nakin û da zanîn ku ev serdegirtin vegeriyane operasyonan. Gardiyan mudaxileya fîzîkî jî dikin û pirtûkên girtiyan diçirînin.”   'Em polîtîkayên wan ên zordest qebûl nakin'   Melekê, diyar kir ku beriya Newrozê li girtîgehan polîtîkayeke bi zanebûn tê meşandin û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê bivê nevê girtî ketine parastinê. Gotin ku van polîtîkayên wan ên zordar teqez qebûl nakin. Xwişka min got ku dema tiştekî biçûk jî çêdibe derbarê wan de lêpirsînan vedikin û cezayê dîsîplînê didin wan. Tevî ev rewş ji midurê yekemîn û duyemîn ên girtîgehê re parve kirine jî bersiv negirtine û rêveberî zextê li wan dike.”   Melekê, bi lêv kir ku weke malbat ew bi xwe jî ji vê rewşê aciz in, van zextan qebûl nakin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.