Dayikên Aştiyê: Em ê bi daxwaza aştî û edaletê li qadên Newrozê bin 2022-03-19 09:25:16   WAN - Dayikên Aştiyê bang li gelê Wanê kirin ku sibehê beşdarî Newroza dê li Wanê bê pîrozkirin, bibin û gotin ew ê li qadên Newrozê daxwaza aştî û edaletê bikin.    Agirê ku ji têkoşîna Hesinkar Kawa heta niha geş dibe di sala 2022'yan de jî li gelek qadan geş dibe. Jinên ku rih û coşa Newrozê ji kûr ve hês dikin serhildana di 8'ê Adarê de mezin kirin dibin qadên Newrozê. Dayikê Aştiyê yên ku ji salên 90'î vir ve ye tevî hemû zextan li qadên Newrozê ne bûne sembola qadên Newrozê.    Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê çûn serdana nobeda ku malbatên girtiyan li Baroya Wanê didomînin û li vir banga tevlîbûna Newroza dê sibehê bê pîrozkirin, kirin.    'Em aştiyê dixwazin'   Dayika Aştiyê Saadet Oklu da zanîn divê dengê kesên "Nobeda Edaletê" didomînin bê bihîstin û got:"Divê Wezareta Dadê daxwaz û bangên tên kirin bibihîse. Êdî bes e. Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Em wekî Dayikên Aştiyê aştiyê dixwazin. Gelek kesan li girtîghehan bedana xwe dan ber agir. Loma Newroz ji bo me gelekî girîng e. Ji bo xatirê kesên li girtîgehan bedena xwe dane ber agir em bang li hemû kesî dikin ku tevlî Newrozê bibin. Ez daxwaz dikim ku ev Newroz bibe Newroza azadî û serfiraziyê. Dema em dibêjin Newroz em azadî û serfiraziyê hês dikin."   'Bila kes ji edaletê netirse'   Dayika Aştiyê Zekiye Kaya da zanîn ev bi salan e ew aştiyê dixwazin û wiha lê zêde kir:"Îktidar banga aştiyê ji nedîtîve tê. Em di Newrozê de kelecaneke mezin hês dikin. Em di vê Newrozê de jî dixwazin tecrîda li zindanan bi dawî bibe. Em edaletê dixwazin. Bila kes ji edaletê netirse, edalet mafê her kesî ye. Em wekî Dayikên Aştiyê yên Wanê her kesî vedixwînin Newrozê bila dengê xwe derxin. Di serî de Aysel Tugluk em dixwazin hemû girtiyên nexweş bên berdan. Newroz pîroz be."   'Em bi coşeke mezin li qadên Newrozê bin'   Dayika Aştiyê Besê Duman jî Newroza girtiyan û ya her kesî pîroz kir û got ew dixwazin deriyên girtîgehan vebin. Besê kelecana xwe ya Newrozê parve kir û got ew ê bi coşeke mezin li qadên Newrozê bin.    ‘Barış’ talebiyle Newroza çağrı   Banga tevlîbûna Newrozê ya bi daxwaza 'Aştiyê'   Dayika Aştiyê Bahar Acar jî da zanîn Newroz aştiyê temsîl dike. Baharê da zanîn ew bang dikin ku ji 7 salî heta 70 salî her kes biçin Newrozê.