19'ê Adara 1868'an: Senda Berenson hat dinê 2022-03-19 09:20:29   Pêşenga basketbola jinan Senda Berenson di 19'ê Adara 1868'an de li bajarokê Bultimonys ê girêdayî Walîtiya Vîlîna ku girêdayî Împaratoriya Rusyayê bû  îro hat dinê.    Hin bûyerên din ên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:   2016: Di çarçoveya hejmara 1'emîn a Kovara Jineolojiyê de ku di 8'ê Adarê de derket pêşberî xwendekaran xebata atolyeyê hat destpêkirin.   2018: Di roja 59'emîn a êrîşên dewleta tirk û komên  girêdayî wê li ser Efrînê de  FEMEN, ji ser hesabê xwe yê medya civakî bi parvekirina ku kir de got, " Mafê her gelî ye ku çarenusa xwe bi xwe diyar bike û ev mafê Gelê Kurde jî."   2021:  Li Tanzanyayê Samîa Suluhu Hassan bû  Serok dewleta yekemîn a Jin.