Gulîstan Atasoy: Wê Amed pêşeroja têkoşîna kurdan nîşan bide 2022-03-19 09:09:07   Medya Uren-Şîrîn Çinar    AMED - Hevseroka HDP’ê ya bajarê Amedê Gulîstan Atasoy têkildarê Newroza 2022’yan wiha got: “Li dijî qirkirin û êrişên heyî em li hêviya girseyek mezin in. Jixwe jinan di 8’ê Adarê de girseya xwe nîşan dan û em bawer in wê ev dem bibe dema azadiyê. Em ê li Amedê peyamek xurt bidin ku wê pêşeroja têkoşîna kurdan nîşan bide.”   Li Amedê di 10’ê Adarê de bi pêşengiya KCD, HDK, DBP, TJA, HDP û tifaqa partiyên kurdî de deklarasyona Newroza 2022’yan bi dirûşma “Dem Dema Serkeftinê ye” hate dayîn. Amedekariyên Newrozê gav bi gav tên temamkirin û ji bo amadekariyan serlêdanên fermî ji pêk tên. Hevseroka HDP’ê ya bajarê Amedê Gulîstan Atasoy têkildarê amadekariyên Newrozê axivî û peyama xwe bi ajansa me re parve kir.   ‘Peyama ji Amedê were girîng e’   Gulîstanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha got: “Gelê kurd hemû salê li benda vê rojê dimîne. Lewra di her Newrozê de jî peyamek dîrokî tê dayîn. Kurdan hatina biharê vegerand têkoşînê û her sal jî têkoşîna xwe nû dikin. Ango her kes û di asta navneteweyî de jî bi awayekî baldarî vê rojê dişopînin. Ji ber ku 21’ê Adarê li hember zilma Dehakan nîşaneya serhildana Kawayan e. Ji ber vê sedemê jî li vê rojê peywirek girîng hatiye barkirin û ji bo Rojhilata Navîn jî roja xwepêşandanê ye. Dîmenê li Amedê derbikeve wê daxwazên siyasî  û civakî yên gel ango çawa nêzî siyaseta îroyîn dibin nîşan bide.”   ‘Tifaqa partiyan hêviyê dide’   Gulîstanê di berdeamiya axaftina xwe de bal kişand ser tifaqa partiyên siyasî yên Kurd û wiha got: “Di heman demê de yekîtî ji bo me xwedî girîngiyeke cuda ye. Di deklerasyona hatiye dayîn de jî hemû partiyên kurdan hatin gel hev. Li Stenbolê jî bi sosyalist û demokratan re tifaqa me çêbû. Di vê pêvajoya tije qeyran û pirsgirêk de tifaqa pêk hatiye jî bi serê xwe ji bo gelê kurd û gelên Tirkiyeyê hêviyek e. Ji bo ev hêviya were pêşwazîkirin xebatên me berdewam in.”   ‘Pêwîstiya me bi aştiyê heye’   Gulîstanê da zanîn dîmenê ku di encamê de bixuliqe ji bo me jî xwedî girîngiyek mezin e û sedemê wê bi van gotinan şîrove kir: “Kurd bi sedsalan e ji bo nasnameyek azad têkoşînên mezin didin û bi wê re bedelên mezin jî hatin dayîn. Lewra di vê pêvajoyê de jî êrişên faşîzan û nîjadperest ên li ser ziman, çand û nasnameya kurdî zêde dibin. Ev gihiştiye wê astê ku hebûna kurdan tê înkarkirin. Li dijî van polîtîkayên şer, di demên dawî de herkes ket wê ferqê ku riya sereke ya çareseriyê bi aştiyê wê pêk were. Di vê esasê de jî yek ji pirsgirêkên herî mezin ku rê li ber aştiyê digire tecrîd e. Divê tecrîd were şikandin û riya aşitiyek mayînde were vekirin. Bawer im em hemû jî hîn bûn ku çiqas pêwîstiya me hemûyan bi aştiyê heye. Ji bo her ku diçe ev tecrîd û kaos rê li ber qeyranên aborî, siyasî û civakî ji vedike.”   ‘Em ê encamên têkoşîna xwe bigirin’   Gulîstanê bi lêv kir ku ew jî di wê baweriyê de ne ku bi Newrozê re ew ê daxwaza aştiyê qêr bikin û wiha pê de çû: “Li dijî tecrîd, binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de, li dijî bişaftina çand û zimanê kurdî, li dijî qeyranên heyî em dibêjin îsal jî dema encamgirtina têkoşîna me ye. Ji bo serkeftina hemû gelan jî divê bi rêxistinek xurt girseyeke mezin pêk were. Di vê esasê de jî çavên kurdan li Newroza Amedê ye. Ji ber ku peyama were dayîn ne tenê ji bo gelê Amedê ji bo hemû gelê kurd derbasdar e. Jixwe girseya di 8’ê Adarê de pêk hatiye Newrozek çawa li benda me ye nîşan da. Jinan meşaleya yekem a Newrozê di 8’ê Adarê de pêxistin.”   ‘Amedekariyên Newrozê temam in’   Gulistanê da zanîn amadekariyên ji bo Newrozê temam in û wiha got:"Demeke dirêj e em li navendan û cihên çalakî dê lê werin lidarxistin em xebatên xwe didin meşandin. Di aliyê dîplomasî, rêxistinî û teknîkî de jî me  amadekariyên xwe kirine. Me serlêdanên xwe yên fermî jî pêk anîn. Ji ber ku Amed xwedî girîngiyek enternasyonel e. Tê zanîn ji ber şerd û mercên şewba koronoyê û astengiyên ji ber wê sedemê rûdane me nekarî girseyek mezin bînin gel hev. Di aliyê mêvanan de jî pirsgirêk derketibûn. Ji niha de jî em dikarin bêjin wê bi taybetî di aliyê beşdarbûnên navneteweyî de Newroza Amedê pir bi heybet derbas bibe. Newroz cejna gel e û wê li Amedê jî Newrozek civakbûyînê pêk were.”