Berdevka TJK-E'yê: Em agirê serhildanê mezin bikin 2022-03-19 09:05:53   Oznur Deger   ENQERE - Berdevka Demî ya TJK-E Rabîa Baldemîr amadekariyên Newrozê ya li Ewropayê nirxand û got: “Îsal 50’emîn sala serokatiyê hat îlankirin. Ji ber vê coş û kelecan zêde bû. Ev Newroz hem têkoşîn û hem rêxistinê xurt dike, her wiha bersiva li dijî faşîzmê ye.”   Ji Newrozê re demek kurt ma û li her derê cîhanê bi coş û kelecan tê pêşwazî kirin. Cejna Newrozê li Ewropayê jî ji aliyê hezaran Kurdî ve bi kelecan tê payîn. Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) Rabîa Baldemîr ya li Swîsreyê, der barê amadekariyên Newrozê ya li Ewropayê nirxandin kir.   ‘Amadekarî didomin’   Rabîayê destnîşan kir ku li Ewropayê jî Newroz bi kelecanek mezin tê pêşwazîkirin û got berê wan li herêmê ye û ji ber vê jî kelecana wan hîn bêtir dibe û got: “Amadekarî û serdanên malbatan jî didomin. Di 8’ê Adarê de çawa ku ji her derê cîhanê jin daketin kolanan wê di Newrozê de jî pêk bê. Bi pira ku jin û ciwanan ava kirine, amadekariyên Newrozê didomin.”   ‘50’emîn sala serokatiyê’   Rabîayê bi lêv kir ku bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" Newrozê pêşwazî dikin û wiha daxuyand: “Îsal ‘50’emîn sala serokatiyê’ hat îlankirin. Ji ber vê coş û kelecan zêde û cudaye. Ev Newroz wê hem têkoşîn û rêxistinbûnê xurt bike û hem jî wê bibe bersiva faşîzmê. Ev Newroz wê ji bo gelan serkeftinek girîng bide qezenckirin. Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin. Ev Newroz diyariyê serokatiyê hatiye kirin û ji ber vê coş û kelecan pir mezine.”   ‘Divê dostên kurdan ligel kurdan bin’   Rabîayê got divê dostên Kurdan, yên li dijî faşizmê ne divê ligel Kurdan cih bigirin û wiha dirêjî dayê: “Divê dostên kurdan li dijî faşîzmê ligel kurdan cih bigirin. Ji bo azadiya Rêber Apo divê helwestek zelal bê nîşandan. Divê ligel kurdan cih bigirin û bersiva xwe bidin. Jin di xebateke pir mezin de ne. Hemû vexwendîname hatine belavkirin. Ji bo pîrozbahiyan salon hatine girtin. Li hemû welatên Ewropa wê Newroz bê pîrozkirin. Li Parîs a Fransayê, li Frankurt, Manmheîm a Almanyayê, li Swîsre û piştre jî li herêmên din wê hefteyekê Newroz bê pîrozkirin.”   Rabîayê di berdewamiyê de balkişand ser azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya jinan û hemû gelên Rojhilata Navîne û wiha daxuyand: “Paradîgma serokatiyê belav bûye, global bûye. Li her derê cîhanê xwedîderketineke mezin heye. Bi azadiya serokatiyê wê mirovahî jî azad bibe. Em bi kelecanin. Hatina gel hev a her kesî kelecanê jî bixwe re tîne. Newroz serhildane, berxwedane. Ne tenê pîrozbahiyeke.  Nîşaneya berxwedanê ye.”   ‘Em agirê serhildanê mezin bikin’   Rabîayê di dawiya axaftina xwe de gotina Abdullar Ocalan ya ‘Azadî wisa hêsan nayê bidestxistin’ û wiha dawî lê anî: “Ez bang li hemû jin, ciwan, Kurd, dostên Kurdan û hemû kesî dikim ku tevlî Newrozê bibin û agirê Newrozê gûr bikin. Em bi hev re dikarin bibin hêz.”