Şahidên Newroza 92'yan : Li Nisêbînê xwîn herikî, lê agirê Newrozê venemirî 2022-03-19 09:03:42   Medya Uren   MÊRDÎN - Şahidên Newroza sala 1992'yan wê rojê weke destanek a berxwedanê bi nav dikin û dibêjin: "Wê rojê xwîna gel ji bo agirê Newozê herikî çem û xaka Nisêbînê sor kir. Gel rûxmê êrişan bi coştir herikî qadan û serî netewand."   Her sal dema dîroka 21'ê Adarê, cejna Newrozê nîşan dide yek ji cihên ku tê bîra me navçeya Nisêbînê ya girêdayî Mêrdînê ye. Weke her deverê Kurdistanê di 1992'yan de gelê Nisêbînê bi taybetî jî jin qada Newrozê dagirtin û agirê xwe pêxistin. Newroza Nisêbînê bêyî ku bûyerek neyînî derbikeve diqede, lê belê li Cizîrê gelek welatî ji aliyê dewleta tirk ve tên qetilkirin. Piştî komkujiya li Cizîrê roja din bi sedan nîştecihên Nisêbînê radibin qadan tije dikin. Bi taybetî li ser pira Ahmet Kaya dewlet bi panzêran dikevin nava gel û gelek kesan qetil dikin. Bi giştî li gorî daneyên fermî di bûyera Newroza sala 1992'yan de li Şirnexê 47, li Cizîr 57 û li Nisêbînê 16 kes hatin qetilkirin û bi giştî 106 kes hatin birîndarkirin.   Ji ser bûyerê 30 sal derbas dibin lê belê berxwedana wê rojê li ser zimanê herkesî ye. Ji şahidên wê rojê Vesîle Kaya (61) û Heyat Akdaş têkildarî wê rojê tiştên hatine jiyîn bi ajansa me re parve kirin.   'Li hemberî komkujiya Cizîrê em bêdeng nediman'   Wesîleyê di destpêka axaftina xwe de Newroza sala 1992'yan wiha bi bîr anî: "Dîrokê 21'ê Adarê nîşan dida. Beriya rojan ji bo hatina cejnê em bi kelecan bûn. Li gelek deveran bi hezaran kurdî cejna Newrozê pîroz kirin. Em jî ji gundan ber bi navendê ve çûn. Wê rojê bûyerek neyînî derneket. Lê belê li Cizîrê bi xwîn derbas bû. Me bihîst ku gelek kesî jiyana xwe ji dest dane û gelek kes birîndar in. Lê belê li hemberî komkujiya li Cizîrê em bêdeng nediman. Gel pêl bi pêl daket qada Newrozê. Em tev li ser pira Ahmet Kaya kom bûn. Me li wir xwe da hev û bi kelecanek mezin me serî hilda. Êdî polîs aciz bûn û xwestin komkujiyekê li Nisêbînê jî çêbikin."   'Ciwan di bin panzêran de hatin eciqandin'   Wesîleyê da zanîn ku ciwan di bin panzêran de hatine eciqandin û wiha pê de çû:"Bi panzêr û guleyên xwe bi ser me de hatin. Dora gel girtin û bi panzerê dan ser wan. Fersenda revê jî nedan wan. Gelek kes di bin panzerê de man, gelek kes jî li ber avê ketin. Gelek ciwan li ber çavên min di bin panzerê de eciqîn û tiştek ji destê me nehat. Lê belê me berxwedana xwe da dewamkirin. Ez bûm şahida wê komkujiyê. Ez jî ketim avê û li ber avê çûm. Ez ji ser hişê xwe ve çûm û ji aliyê hinek welatiyan ve hatim xilaskirin. Min çavên xwe di malekê de vekir. Çiqasî gotin rûnê, ez rûneniştim, ma mirina wan ciwanan çawa ji ber çavên min diçû. Ez car din hatim qadê. Heya şev ev rewş berdewam kir."   'Em Newrozê dijîn'   Wesîleyê herî dawî jî ev gotin kir: "Gel dev ji berxwedana xwe berneda û li ber çavê min ev Newroza herî pîroz bû. Ez tucarî wan dîmenan ji bîra nakim. Ji ber çavê min naçin. Em wateya Newrozê wenda nakin û em her tim di dilê xwe de dijîn."   'Ew rih niha jî hêzê dide'   Heyatê jî wiha qala bûyerê kir: "Kesên ku girse didîtin jî dihatin. Her ku diçû girse mezin dibû. Rûxmê ku polîsan derdor dopêç kir û êriş kirin jî kesî xwe neda paş. Jixwe gelek caran jî Newrozên me dihatin qedexekirin. Gelek kes mane di bin panzêran de û jiyana xwe ji dest dan. Gelek kes jî birîndar bûn. Bi dîtina van yekan re jî kes paşde gav neavêt. Têkoşînek bêhempa ji wê rojê ji me re ma. Gelek zarok bê dê û bav man, gelek ji wan jî zarokên xwe wenda kirin. Ev xemek mezin bû lêbelê gel qad vala nekir. Ew rih niha jî hêzê dide mirov."   'Em qedexeyan nas nakin'   Heyatê bi lêv kir ku ew qedexeyan nas nakin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Nehiştin em cenazeyên xwe jî rakin. Cenaze li erdê man. Di pêşengiya wan polîsan de hatin veşartin. Ev ji bo me jî êşek bû. Lewra Newroz ji bo me xwedîyê cihekî cuda û girîng e. Em rih û têkoşîna wê rojê ji bîr nakin. Em hêvî dikin ku her tim bi wî rihî Newroz were pîrozkirin. Em qedexeyan nas nakin."