ROJAVA 19'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-19 09:00:00   *Bi dehan  destanên şer, yên evînê û yên lehengiyê hene ku piraniya wan bi saya wêjeya kurdan a devkî ku di cihanê de kêm mînakên wê hene, heta roja me ya îro hatine. Destana Kawayê Hesinkar jî yek ji wan destana ye ku bi vê çanda wêjeya devkî li her aliyê Kurdistanê belav bûye û bandoreke mezin a neteweyî li ser gelê kurd çêkiriye. JI PÊNÛSA JINAN   *  Jinên li Cizîr û Hezexê, ji bo tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê ya di 21’ê Adarê de bê lidarxistin bangewazî kirin û gotin: "Werin em bi rihê salên 90’î berê xwe bidin qadan. Xwedî li mîrateya berxwedanê derkevin û agirê azadiyê geş bikin."BI DÎMEN    * Jinên TJA yî destnîşan kirin ku wê jin bi rihê 8'ê Adarê qadên Newrozê dagirin û diyar kirin ku wê Newroz bibe serkeftina hemû gelên bindest. DÎMEN HEYE   *Berdevka Demî ya TJK-E Rabîa Baldemîr amadekariyên Newrozê ya li Ewropayê nirxand û got: “Îsal 50’emîn sala serokatiyê hat îlankirin. Ji ber vê coş û kelecan zêde bû. Ev Newroz hem têkoşîn û hem rêxistinê xurt dike, her wiha bersiva li dijî faşîzmê ye.” BI DÎMEN    *Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz balkişand ser girîngiya Newrozê û wiha got: “Di 8’ê Adarê de yek ji daxwaza herî sereke pêkhatina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan bû. Em bi rengê jinan ya ku 8’ê Adarê kirin Newroz dakevin qadan.” BI DÎMEN    *Hevseroka HDP’ê ya bajarê Amedê Gulîstan Atasoy têkildarê Newroza 2022’yan wiha got: “Li dijî qirkirin û êrişên heyî em li hêviya girseyek mezin in. Jixwe jinan di 8’ê Adarê de girseya xwe nîşan dan û em bawer in wê ev dem bibe dema azadiyê. Em ê li Amedê peyamek xurt bidin ku wê pêşeroja têkoşîna kurdan nîşan bide.” DÎMEN HEYE   * Şahidên Newroza sala 1992'yan wê rojê weke destanek a berxwedanê bi nav dikin û dibêjin: "Wê rojê xwîna gel ji bo agirê Newozê herikî çem û xaka Nisêbînê sor kir. Gel rûxmê êrişan bi coştir herikî qadan û serî netewand." DÎMEN HEYE   *Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz, diyar kir ku Newroz roja berxwedana gelan e û got: "Hêviya me ev e ku aştî pêk bê. Ez bang li herkesî dikim ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin."Fehîmeyê banga tevlibûna Newrozê li hemû gelan kir." BI DÎMEN    * Jinên Elewî, Çerkez û Ermenî diyar kirin ku Newroz ji bo gelan cejna vejîn û berxwedanê ye û wiha gotin: “Newroz ronahî ye, ji tarîtiyê derketine, azadî ye. Werin em di 20’ê Adarê de roja yekşemê li Qada Yenîkapiyê agirê Newrozê bi govend, tilîliyên xwe pêxên û aştiyê biqîrin.”    *Dayikên Aştiyê bang li gelê Wanê kirin ku sibehê beşdarî Newroza dê li Wanê bê pîrozkirin, bibin û gotin ew ê li qadên Newrozê daxwaza aştî û edaletê bikin. DÎMEN HEYE   *Ayla Akat Ata di peyama xwe Newrozê de wiha got: "Em ê bi stran û govendan bighijin hevdû. Di her pêxistina agirê Newrozê de em ê ji li cem we bin. Em hêviya xwe mezin dikin û ji ber ku di dawiya her zivistanê de biharek heye."    *Berdevka Demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan der barê Newrozê de nameyek şand û got: “Ji bo hebûna nasnameyê divê yekitî hebe. Nasnameya parçebûnê tune ye. Heta kurd nebin yek serkeftin jî ne pêkan e. Ez gelek girîngiyê didim yekitiya jinên kurd û yekitiya neteweyî. Em ê li dijî faşîzmê fikrên xwe biparêzin û bêjin bijî Newroz.”