Basan ji Newrozê re amadeye 2022-03-18 16:59:12   ŞIRNEX - Ji bo pîrozbahiya sibê ya ku li Basan Şirnexê bê kirin serdana esnafan pêk hat û li taxan jî belavok hatin belavkirin.    Îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye" wê li 72 deveran agirê Newrozê ku bê pêxistin, amadekariyên ji bo pîrozbahiyan didomin. Li navçeya Basaya Şirnexê jî ji bo mitînga ku sibê bê lidarxistin xebatên dawî hatin kirin. Rêxistina HDP’ê ya Basayê, li navçeyê û bajarokê Findikê mal bi mal geriyan û belavok belavkirin û serdena esnafan kirin.     HDP’yiyan şêniyên Basayê vexwend mitînga ji bo sibê û gotin: “Werin em bi reng û dengê xwe qada mitîngê bixemilînin.”    Sibê mîtînga ku li Qada Bazarê bê lidarxistin re destûr hat dayîn û dê mîtîng sibê saet di navbera 11.00 û 16.00’an de bê lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tunç dê wek axaftvan tevlî bibe. Her wiha hunermend Koma Awazên Botanê derbikevin dîkê.