Li Qilebanê coşa Newrozê dest pê kir 2022-03-18 16:29:37   ŞIRNEX -Li navçeya Qileban a Şirnexê ku wê sibê pîrozbahiya Newrozê bê kirin,xebatên pîrozbahiyê bênavber berdewam dikin. Bi tevlîbûna parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş, aktivîstên TJA’yê û rêxistinên  HDP’ê yên Qileban û Elkê li navendê ji esnafan re li gel klaman bruşor hatin belavkirin.   Ji bo tevlibûna pîrozbahiyê bang   Kesên serdana esnafan kirin piştre derbasî qada Newrozê bûn. Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş li vir bang kir û got:” Wayê Newroz hat. Newroz berxwedan e. Newroz ji nû vê jiyan e. Newroz li tevahiya gelê cîhanê pîroz be. Em bang li gelê xwe dikin ku tevli pîrozbahiyê bibe. Newroz pîroz be.”   Piştre li dora agir govend hat girtin.   Wê pîrozbahiya Newrozê sibê bi tevlîbûna parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, berdevka HDP’ê ya Jinan Gulîstan Sonuk, Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag bê kirin. Herewiha wê hûnermend Bayram Çelebî û Umut Botan jî seat di 11:00’an de li qada Newrozê ji bo stranên xwe pêşkêş bikin amade bin.