Ji 'Nobeda Edaletê' bang kirin: Deriyên girtîgehan vekin 2022-03-18 16:16:19   WAN - Dayikên Aştiyê ku di roja 93'emîn a "Nobeda Edaletê" de çûn serdana malbatan ev bang kirin, "Deriyên girtîgehan vekin."    "Nobeda Edaletê" ya malbatên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye betalkirin di roja 93'emîn de berdewam dike.  Îro nobed ji aliyê dayika Botan Tîmûr ê li Girtîgeha Tîapa F a Wanê Aslihan Tîmûr û Dayika Sedat û Necmetîn Abî yên li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Wanê tên girtin  Naciye Abî ve hat girtin.   Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê ku çûn serdana çalakiya nobedê ji bo ku girtî bên berdan bang li Wezareta Dadê kirin.    'Deriyên girtîgehan vekin'   Dayika Aştiyê Bahar Acar a ku di çalakiyê de axivî wiha got, "Dayik bi mehan e ji bo ku zarok û zimên wan bên berdan nobedê digirin. Em jî dixwazin ku edalet bê bicihanîn. Ji bo ku em piştgiriyê bidin dayikan em hatin serdana çalakgeran. Bila rayedar û Wezîrê Dadê erka xwe bi cih bînin û deriyên girtîgehan vekin."