TJK-E: Jinan li dijî faşîzmê her der kirine qadên Newrozê 2022-03-18 12:28:41     NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê bi daxuyaniya ku da Newroz li gelê kurd Rojhilata Navîn pîroz kir û got:"Jin û gelê kurd bi têkoşîna li dijî faşîzmê her der kirine qada Newrozê, li dijî Dehaqên serdema heyî bi rengekî bêeman li ber xwe didin."   Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya 21'ê Adarê Cejna Newrozê daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de cangoriyên Newrozê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî hatin bibîranîn û Newroz li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, kedkarên şoreşê dayikên kurd, tevahiya gelê kurd, jin, ciwanan û li tevahiya gelên Rojhilata Navîn ên berxwedêr hate pîrozkirin.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jin û gelê kurd bi têkoşîna li dijî faşîzmê her der kirine qada Newrozê, li dijî Dehaqên serdema heyî bi rengekî bêeman li ber xwe didin û hate gotin, "Jin bûne tirsa dilê rejîma faşîst a tirk, nûnerên sîstema kapîtalîst, serwer; ji niha ve nîşan dane ku sala 2022'an wê bi berxwedanê derbas bibe."   TJK-E'yê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku jinên kurd ev êrişên ji bo qirkirina kurdan têne kirin ti carî qebûl nekiriye, qebûl nakin û got, "Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst divê vê yekê zanibe ku jin û gelê kurd wê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin rejîma faşîst. Mîna doh wê îro jî li her derê li dora Rêber Apo bicivin."   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Newroz êdî tenê rojek nîne, dema şoreşê ye ku li her rojê belav bûye û hate gotin, "Newroza 2022'yan ku li sala têkoşînê ya 50'î ya jin û gelê kurd rast hatiye, Newroza dema azadiyê ye."   Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Li ser vê bingehê, di serî de ciwan em bang li gelê me, ciwanan û dostên xwe dikin ku li dora Rêber Apo bicivin, li her derê agirê Newrozê geş bikin. Di serî de Frankfûrt, em bang li her kesî dikin ku bi kincên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyên Newrozê yên li her cihî bibin. Di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê' ye biherikin qadên Newrozê. Li dijî zilm, zext, komkujî û faşîzmê dem dema serketinê ye. Werin em biharbûna jinê ya ku bi 8'ê Adarê dest pê kir bi 21'ê Adarê re bikin biharbûna gelan."