Botan ji Newrozê re amade ye 2022-03-18 12:26:54   ŞIRNEX - Li Basan, Qilaban, Silopî, Cizirê, Hezex û Şirnexê Newroz, bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" dê bê pîrozkirin. Amadekariyên ji bo pîrozbahiyê didomin.   Di 19, 20 û 21'ê Adarê de li Botanê Newroz dê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiyan destûr hat dayîn. Komîteya Amadekar a Newrozê yên li Basan, Qilaban, Silopî, Cizirê, Hezex û Şirnexê da zanîn ku amadekiriyên pîrozbahiyê bi dawî dibin.    * Dê 19’ê Adarê li Şirnexê bi tevlîbûna Ayşe Acar Başaran û hûnermend Kadîr Çat û Hîvron bê pîrozkirin.   * 19’ê Adarê li navçeya Basanê bi tevlîbûna parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hûseyîn Kaçmaz û hûnermend Umut Botan û Yasemîn Goksu bê li dar xistin.    * 19’ê Adarê li Qilebanê bi tevlîbûna parlementerê HDP’ê bajêr Hasan Ozguneş û hûnermend Baran Ozçelebî, Rençber Agirî bê li dar xistin.   * 20’ê Adarê li navçeya Sîlopyayê bi tevlîbûna parlementerê bajêr Hasan Ozguneş, hûnermend koma Kolektîfa  a Elîhê û Hîvron bê pîrozkirin.    * 21’Adarê navçeya Hezexê bi tevlîbûna parlementere HDP’ê yê bajêr Huseyin Kaçmaz û hûnermend Hîvron û koma jinawaz bê li dar xistin.   * 21’ê Adarê li Cizîrê bi tevlîbûna Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlementera HDP’ê ya bajêr Nuran Îmîr û hûnermend Lawjê, Pinar Aydinlar, Şiyar Berwarî û Şerzad bê pîrozkirin.