Mêrdîn ji Newrozê re amade ye 2022-03-18 12:07:16       Medya Uren   MÊRDÎN - Rêvebira rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê Ayşe Bozan têkildarî xebatên Newrozê yên li Mêrdînê didin meşandin got: "Kawayên hemdem li dijî Dehakan hîna di nava têkoşînê de ne. Lewra em îsal agirê serkeftinê pêdixin. Mêrdîn bi xebatên dane maşandin û bi coşa gel re ji bo vî agirê serkeftinê amade ye."   Ji Newroza sala 2022'yan re tenê çend roj mane. Bi dirûşma “Dem Dema Serkeftinê ye” beriya hefteyan li 72 navendan xebatên Newrozê hatin meşandin û li Mêrdîn û navçeyên wê jî xebat berdewam in. Endama rêxistina HDP’ê ya bajarê Mêrdînê Ayşe Bozan têkildarê xebatên hatine kirin bi ajansa me re axivî.   'Newroz ji me re xwedî girîngiyek mezin e'    Ayşeyê bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha got:"Newroz ji me re xwedî girîngiyek mezin e ku di vê pêvajoyê de jî peywirek mezin lê tê barkirin. Tê zanîn qeyranên aborî, siyasî, civakî û tendirustiyê hevdu şopandin. Bi vê ve girêdayî hêviyên mezin derketin. Ji bo qeyrana aborîyê di serî de li Qoserê, li gelek bajarên Tirkiyeyê çalakiyên mezin hatin lidarxistin. Kedkarên tendirustiyê demek dirêj e pirsgirêkên dijîn tînin ziman û herî dawî jî dest bi grevê kirin. Jixwe qetlîamên li ser jinan, destdirêjî û tecawuz her ku diçe zêde dibin. Li dijî van yekan jî bertekên civakê û bi taybetî ji bertekên jinan derketin pêş. Vê jî bi awayê herî vekirî nîşan da ku îqtidara heyî nikare Tirkiyeyê bi rê ve bibe. Li dijî çareseriyê siyasetê didin meşandin."   'Bi hezaran Kawayên hemdem hene'   Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de jî bal kişand ser kiryarên îqtidarê yên bi taybetî li dijî gelê kurd didin meşandinê û wiha got: "Ewqas qeyran hevdu dişopînin ku dibin sedema kaosên nav civakê. Îqtidara ku divê ji bo çareseriyê polîtîkayên xwe pêş bixe li dijî wê ji bo bişaftin û tunekirina kurdan siyasetê dide meşandin. Îqtidara ku ji bo rûxandina nîjadekî jî hewl dide mehkûmê hilweşînê ye. Niha bi hezaran kurd di girtîgehan de ne û tên tecrîdkirin. Bi taybetî jî pirsgirêkên ku girtiyên nexweş dijîn bêtehemuliya îqtidarê ya li dijî kurdan nîşan dide. Girtiyên siyasî û bi hezaran kurd ji derve jî bi rihê Kawayê Hesinkar berxwedana xwe didin meşandin. Em berxwedana li dijî Dehaqan slav dikin û em bawer in ku wê îsal dema serkeftina têkoşîna wan jî be.”   'Her ku Dehaq hebin wê Kawa jî serî hilbidin'   Ayşeyê da zanîn her ku Dehak li ser xaka kurdan zilmê bikin wê Kawayên hemdem jî neqedin bi van gotinan berdewam kir: "Newroz ji ber peywira ku lê hatiye barkirin xwedî nirxekî giranbiha ye. Gelek caran bi sê lib şîxat (kibrit) agirê Newrozê pêxistin, gelek caran agir têra wan nekir bi bedena xwe agirê Newrozê gur kirin. Bi hezaran Mazlûm, Sema û Rehşen îro ji bo têkoşîna me xwe kirin ronahî. Em di vê rojê de Kawayên hemdem bi bîr tînin. Bi dirûşma ‘Dem Dema Serkeftinê ye’ re bedelên hatine dayîn wê encam bigirin."   'Mêrdîn amade ye'   Ayşeyê bi lêv kir ku bi vî rihî Mêrdîn xwe ji Newrozê re amade kiriye û wiha qal kir: "Em xwe ji bo Newroza serkeftinê amade dikin. Xebatên me di vê astê de hatin meşandin. Me gund bi gund, tax bi tax xwe gihand her malê. Me li her gundî agirê yekem dada û me govenda xwe gerand. Me bi hev re hatina cejna xwe pîroz kir. Bi xebatên me re bê guman coşa gel jî şayanê vegotinê ye. Li her gundî girseya pêk hat û coşa ku dan me ji bo me bû moral. Êdî em ji bo serkeftinê amade ne."   'Werin em agir geş bikin'   Ayşeyê herî dawî jî bernameya Mêrdînê wiha parve kir: "Beriya rojan me dest bi xebatên xwe kir û em ber bi dawiyê ve diçin. Wê di 19’ê mehê de êdî xebatên fînalê werin kirin, heyanî 21’ê mehê. Wê di 19’ê mehê de li Kerboranê li qada 8’ê Adarê, li Qoserê li qada Newrozê, di 20’ê mehê de jî wê li Dêrik û Stewrê, di 21’ê mehê de jî wê li Nisêbînê Newroza fînalê were kirin. Em hemû gelê xwe vedixwînin Newrozê. Werin em bi hev re agirê serhildanê geş bikin."