Jinan serdana gora Rahşan Demîrel kirin 2022-03-17 16:56:56   MÊRDÎN - TJA'yê serdana gora têkoşer Rahşan Demîrel a ku di Newrozê de xwe bedena xwe da ber agir kirin û li Nisêbînê agirê yekem pêxistin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên Newrozê ya bi dirûşma “Dem Dema Serkeftinê ye” li Nisêbînê çalakî li dar xist. Beriya hefteyan li 72 navendan xebatên Newrozê hatin meşandin û li Mêrdîn û navçeyên wê jî xebat berdewam in. Jinan serdana gora Rahşan Demîrel a di Newrozê de bedena xwe da ber agir kirin û piştre agirê yekem li taxê pêxistin.   ‘Em şehîdên Newrozê bi bîr dixin’   Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu li ser gora Rahşan Demîrel axivî û wiha got: “Rahşanê gotibû ji bo wateya Newrozê û serhildana kurdan şewitandina lastîkan têr nake û bi bedena xwe agirê Newrozê pêxist. Em wek TJA û Dayikên Aştiyê îro hatin serdana mezelê wê. Em wê bi bîr dixin. Heta ku Kawayên hemdem ku li dijî zilmê agirê me gur bikin hebin wê kesek nikaribe roja me tarî bike."   Piştî serdana gorê nêzî goristanê agir hate pêxistin û govend hate gerandin. Herî dawî jî hevserokê HDP’ê yê navçeya Nisêbînê Şîndar Akinci jî bang li gelê Nisêbînê kir ku ew jî beşdarî Newroza di 21’ê Adarê de bibin.