Saziyên navneteweyî piştgirî dan jinên hatin binçavkirin 2022-03-17 16:22:57   AMED - Saziyên navneteweyî yên ji Îspanya û Îtalyayê ji bo 23 jinên hatin binçavkirin peyama piştgiriyê dan û xwestin jin demildest bên berdan.   Di encama operasyona ku duh danê sibê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê  ve hat kirin de 23 jin hatin binçavkirin. Bertekên li hemberî binçavkirina jinan didomin, Saziyên navneteweyî ji Spanya û Îtalyayê peyam şandin û diyar kirin ku ew bi Komeleya Jinan a Rosayê  û jinên girtî re ne û xwestin jin bên berdan.   'Em ê îfaşakirina wan bidomînin'   Rêxistina Arşîvên OVNÎ ya ji Spanyayê Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya bi bîr xist ku endamên komeleyê Nevîn Oyman û Fatma Gultekîn jî di nav de duh danê sibê herî kêm 20 jin hatine binçavkirin. Di berdewama peyamê de ev agahî hatin dayîn: “Em hîn bûn ku jin hatine binçavkirin. Em diyar dikin ku em bi hevalên jin ên girtî re di nava piştevaniyê de ne. Em bi Komeleya Jinan a Rosa re ji nêz ve dixebitin. Em ê bibin dengê wan û heta dawî bi wan re bin. Em soza xwe ya ji bo îfşakirin zilma ku ji ber çalakiyên dikin li jinan tê kirin dubare dikin. Têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê bi binçavkirin, girtin û tundiyê nayê astengkirin.”   'Divê jin demildest bên berdan'   Saziya bi navê STREAMTHINGS S.R.L. ji Îtalyayê jî got,  "Komeleya Jinê ya Rosa; Nûnerên jiyana siyasî û çandî ya bajêr jinên têkoşer in ku ji bo azadî û mafên jinan dixebitin. Li gorî hin çavkaniyan pêwîstiya girtinê bi çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Amedê tê kirin. Di sala 2021’an de bi van jinan re me projeyek li ser zayenda civakî pêk anî. Ev binçavkirin binpêkirina eşkere ya azadiya ramanê û mafên mirovan e û em bang dikin ku demildest jin bên berdan.”   Sînemaya Alternatîf La Fabrîca jî ji bo jinaên girtî banga azadiyê kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna wan.