Serlêdana ji bo pîrozbahiya Newroza Colemêrgê qebûl bû 2022-03-17 15:54:01   COLEMÊRG - Serlêdana ji bo pîrozbahiya Newrozê ku wê di 20'ê Adarê de li Colemêrgê bê kirin hat qebûlkirin.   Ji bo pîrozbahiya ku wê di 20'ê Adarê de li Colemêrgê bê pîrozkirin serlêdana ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ve li qeymeqamtiyê hat kirin qebûl bû. Dê parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, Hevserokê Şaredariya Wanê ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin Mustafa Avci wê tevli pîrozbahiya Newroza ku wê li Otogara Colemêrgê bê pîrozkirin bibin. Hunermend Ruken Yilma û Kasim Taşdogan jî wê di pîrozbahiyê de derkevin ser dikê û stranên xwe pêşkêş bikin.   Pîrozbahiya Newrozê wê saet di 12.00 -17.00'an de bê kirin.