'Nobeta Edaletê' ya li Wanê 92 roj in didome 2022-03-17 15:41:06   WAN - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Wanê 92 roj in didome. Di çalakiya îro de malbatan bang li Wezareta Dadê kirin û gotin: "Guh bidin bangewaziya malbatan."    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Wanê 92 roj in didome. Malbatên girtiyan bi çalakiya xwe dixwazin balê bikişînin ser rewşa girtiyan û binpêkirina mafên girtiyan. Dayika Botan Tîmûr ê ku li Girtîgeha Wanê girtî ye Aslihan Tîmûr, hevjîna Ebedîn Abî yê ku li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê girtiye Zubeyde Abî, dayika Necmettîn û Sedat Abî yên li Girtîgeha Wanê girtîne Naciye Abi çalakiya îro domandin. Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê serdana nobetê kirin.    Serokê ÎHD'ê ya Wanê Mehmet Karataş, di axaftina xwe de bal kişand ser bingeha pirsgirêka girtîgehan û got: "Çalakiya ku ji hêla dayikan ve hatî destpêkirin girîng e. Em hêvî dikin bi çalakiya dayikan dawî li binpêkirina mafên girtiyan bê. Her wiha em daxwaz dikin ku pêkutiyên li hemberî girtiyan bi dawî bibe."   Aslihan Tîmûr, di destpêka axaftina xwe de ji bo piştevaniyê spasiyên xwe anî ziman û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji ber ku ceza dane kurê min ev 3 meh in ez nikarin biçim hevdîtinê. Tenê bi rêya telefonê ev jî heftê carekî agahî jê digirim. Kurê min dibêje '7 sal in girtî me û li vir mayîn gelekî zehmet e. Divê hûn bi dengeke xurt daxwazên me bînin ziman.' Heke li vî welatî edalet hebûya niha dayik li vir kom nedibûn. Bila îşkence li girtiyan nekin û daxwazên girtiyan bila qebûl bikin. Ez bang li Wezareda Dadê dikim ku bila guh bide daxwazên me."     Aslihan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ne tenê ji bo zarokên xwe ji bo hemû girtiyan em daxwaza pêkanîna edaletê dikin. Her wiha ez bang li dayikan dikim ku bila piştevaniya çalakiya me bikin. Em çiqas bi hêz bin em dikarin dengê xwe bêtir bilind bikin. Em bên girtin jî em ê çalakiya xwe bidomînin. Niha dewleta li hemberî çalakiya me ya dayikan tolê ji girtiyan digire. Bi zext û zilmê bersivê dide daxwazên me. Em tu carî vî tiştî qebûl nakin û em ê çalakiya xwe bidomînin."