Li Hezroyê Newroz hat pîrozkirin: Berxwedan mezin dibe 2022-03-17 15:37:54   AMED - Di Newroza ku li Hezroyê bi coş hat pîrozkirin de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, neberdana girtiyên nexweş û êrîşên li dijî jinan hatin bibîrxistin û wiha hat gotin, "Newroz dengê berxwedanê ye."     Li navçeya Hezroya Amedê pîrozbahiya Newrozê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li Qada Newrozê hat lidarxistin.  Gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Tevî hewa sar jî welatî bi cilên xwe yên kurdî û rengên xwe tevli pîrozbahiyê bûn. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Hevserokên HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy û rêveberên HDP’ê beşdarî pîrozbahiyê bûn.    Qad bi alên HDP’ê hat xemilandin û zarok bi coşek mezin tevli pîrozbahiyê bûn. Welatiyan kêliyek dirêj li derdora agir govend gerandin. Polîsan xwest rêzgirtinê asteng bikin, lê welatiyan dîsa jî rêz girt û bernameya xwe dan destpêkirin. Welatiyan dirûşmên “Bijî Newroz”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û agirê Newrozê vêxistin.    'Em ê li dijî Dehakan bibin Kawa’    Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan axivî û da zanîn ku Newroz roja xwedî derketina li vîna xwe û berxwedanê ye û got: “Newroz nûroja me ye. Em ê her tim li dijî Dehaqan bin. Em ê her tim li dijî Dehaqan bibin Kawa. Niha dema çûyîna wan e. Ji me re jî dem dema serkeftinê ye. Newroz roja xwedî derketina girtiyan e. Em Newroza heval û dostên xwe yên li zindanan jî pîroz dikin.”    'Ji dengê azadiyê ditirsin'   Parlamenter Remziye Tosûn jî axivî û destnîşan kir ku îktidar ji pîrozbahiyên Newrozê ditirse û got: “Îktidar ji kurdan û jinên kurd ditirse. Duh 23 hevalên me hatin binçavkirin. Çimkî ji qîrîna azadiyê ya jinên kurd ditirsin. Lê bila viya baş bizanibin, em li derve bin jî em li hundir bin jî em ê Newrozê pîroz bikin.”    'Newroz roja berxwedanê ye’    Remziye diyar kir ku bi hezaran sal e Newroz tê pîrozkirin û got: “Newroz roja berxwedanê ye. Newroz serbilindî û serifiraziya Kawayê Hesinkar e. Li Zindana Amedê jî Kawayê Hemdemîn-Mazlûm Dogan bi vêxistina sê darikên niftikê agir û çirûska Newrozê li tevahiya dinyayê belav kir. Çawa ku wê demê li dijî zilma wê heyamê têkoşîn û berxwedan bi ser ket, dê îro jî têkoşîn û berxwedana me bidome û bi ser bikeve.”    'Deriyê Îmraliyê vekin’    Remziye bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “22 sal in birêz Ocalan tê tecrîdkirin. Ocalan gotibû, ‘hefteyek dem bidin min ez ê aştiyê bînim’. Ev nehat hesabê îktidarê û ji ber ku ji felsefeya birêz Ocalan ditirse, gavek navêjin. Heke îro deriyên Îmraliyê vebibin wê aştî were.”    Newroza jinên girtî hat pîrozkirin    Remziye Newroza jinên girtî-siyasetmedarên girtî pîroz kir û got: “Em Newroza Aysel Tugluk, Ayşe Gokkan, Leyla Guven û tevahiya girtiyan pîroz dikin. Ji vir heta Îmraliyê Newroza her kesî pîroz be. Hûn çiqas me diavêjin zindanan biavêjin, wê gelê me azad bibe. Niha dem dema serkeftinê ye.”    Piştî axaftinan stranbêj Gulay Kara dekret ser dikê û stran pêşkêş kirin. Welatiyan li ber muzîkê govend gerand û piştre pîrozbahî bi dawî bû.