Agirê ewilê ya Newroza Serhedê li Erdîşê hat pêxistin 2022-03-17 14:41:42   WAN - Pîrozkirina yekemîn a Newroza Serhedê li Erdişê li gel hewaya sar bi dirûşma "Dema dema serkeftinê ye" hat pîrozkirin.    Agirê Newrozê ku bi şîara "Dem Dema Serfektinê ye" destpêkê li navçeya Elkê ya Şirnexê hat vêxistin, îro bi navçeya Erdîşê ya Wanê berdewam dike. Di saetên serê sibehê de li gel hewaya sar bi hezaran kes ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe dan Qada Newrozê ku li Hala Zêrzewatan hatiya avakirin. Kesên ku hatin qadê di nuqteyên kontrolê re derbasî qadê bûn.   Qada Newrozê bi alên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat xemilandin. Bi vêxistina agir re bernameya Newrozê dest pê kir. Tevî ku germahiya li navçeyê di bin sifirê de bi 5 pileyî ye, bi deh hezaran kes li hev civiyan û qada Newrozê dagirtin. Dayikên Aştiyê li refên herî pêş bûn. Li qadê dirûşmên "Bijî Newroz", "Dem dema serketinê ye", "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.   Piştî deqeyeke rêzgirtinê sirûda Çerxa Şoreşê hate xwendin. Piştre jî Serokê Komîteya Amadekar Nîhat Macît axivî û got: "Newroz cejna vejînê ye, cejna jinên kurd ên berxwedêr e. Newroz bexwedana li dijî qirkeran e. Newroz berxwedana Kobanê ye, şoreşa jinê ya li Rojava ye, serketina gelan û ekolojiyê ye."   Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Bayram Çîçek jî wiha axivî: "Li Erdîşê piştî 5 salan me agirê Newrozê dadan. Em li dijî Dehaqan û li dijî zaliman têdikoşin. Dem dema rizgariya gelê Kurd e. Newroz berdêla Sema Yuce, Kemal Pîr û bi hezaran şehîdan e. Divê em xwedî li vê derkevin."   Hevşaredara Erdîşê ya ku li şûna wê qeyûm hatiya tayînkirin Yildiz Çetin jî bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha bi lêv kir: "Ev tevger gelekî bedelên giran da û niha jî li qadan berxwedan didome. Bi binçavkirin û girtinan nikarin tiştekî bikin."   Hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun jî da zanîn ku Newroz li dijî qirkirinê roja berxwedanê ye.    Hevsaredarê Bajarê Mezin a Wanê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Mustafa Avci, destnîşan kir ku Newroz tê wateya serî rakirina li dijî zilmê ye.    Piştî axaftinan Koma Aryen derkete ser dikê û stranên xwe got. Bi konserê re agirê Newrozê yê destpêkê yê herêma Serhedê hate dadan. Şêniyên Geliyê Zîlanê li dora êgir govend gerandin.   Piştre jî parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan, axivî û destnîşan kir ku Newroz strana azadî û aştiyê ye, kurd her tim li djî zilmê li ber xwe da ye. Muazzez, diyar kir ku polîtîkayiên qirkirinê didome û lê jin dê li dijî wan polîtîkayan berxwedana xwe bidomînin.    Parlamenterê HDP'ê ya Wanê Murat Sarisaç jî di axaftina xwe bal kişand ser wateya Newrozê û got: "Li girtîgehan polîtîkayên dijminatiyê tê meşandin. divê em xwedî li hevalên xwe yên girtî derkevin. Her wiha li hemberî Ocalan tecrîdeke giran tê meşandin. Heta ku tecrîd ranebe kes nikare bêje em azad in.    Piştî axaftinan hunermend Talat Yeşil derket ser dikê. Pîrozbahî bi govend gerandinê bi dawî bû.