Akademîsyen Delal Aydin: Kawayê Hesinkar di çîrokên cuda de zindî bû 2022-03-17 09:06:24     Oznur Deger   ENQERE - Akademîsyen Delal Aydin da zanîn ku mîtînga Newrozê xwe dispêre berxwedanê û got: “Kawayê Hesinkar fîgureke ku her tim nû dibe ye. Di çîrokên berxwedanê yên cuda de zindî dibe. Kawayê Hesinkar ne tenê Kawayê Hesinkar e, di heman demê de ji bo me hemûyan Mazlum Dogan e. Her ku zilm bidome wê rojevîbûna Kawayan jî bidome.”   21’ê Adarê Cejana Newrozê ku bi têkoşîna Kawayê Hesindakar a li dijî Dehaq hatiye destpêkirin û heta îro hatiye, sembola berxwedan û azadiyê ye. Ji Newrozê re demek kurt ma û li bajaran agirê wê hat pêxistin. Ji 7 salî heta 70 saliyan her kes niha coş û kelecana Newrozê dijî û amadekariyên wê didomin. Newroz îsal bi  dirûşma ‘Dem dema azadiyê ye’ tê pêşwazîkirin.   Akademîsyen Delal Aydin ku li  zanîngeha Duîsburg a Essen lêkolînera mêvan e, teza wê ya ‘Li Tirkiyeyê tevgerên Kurdan: Wek Mîtekê Newroz’  heye der barê wateya Newrozê ya ji bo Kurdan de axivî.   *Beriya her tiştî divê Newroz wek têgeh çawa bê danasîn? Agir bi berxwedanê tê bibîranîn, rastiya wê ya dîrokê çi ye? Çima agir?   Newroz wek cejna sala nû ya Kurdan û destpêkek nû ye. Lê du kokên Newrozê hene. Ya yekem der barê hatina biharê de ye. Kokek kev ya heta mîhrîcana Akîtu ya Babîlan diçe. Kurd vê bi gelek gelên Mezopotamyayê re parve dikin.  Vê kokê bi gelên din re jî parve dikin. Koka din jî  kokeke xwe dispêre şerê mirovan ê ejdeharan û Zerdujtî ye. Di vir de serkeftina mirovan temsîl dike. Di şerê mirovan ejdeharan de Dehaqê ejderha  vediguhere serê mar. Gelek tişt hene lê em behsa kokê dikin. Kurd jî vê wek efsaneyekê ji gelên din re jî vedibêjin. Newroz bi kokên xwe  re bi gelên Îranî re tê pîrozkirin.  Yan ji Rojhilatê Kurdistanê heta Tacîkîstanê dirêj dibe.   Îro li Îranê serê salê di 21’ê Adarê de destpê dike.Ya ji bo Kurdan xweser e Efsaneya Kawa ya Newrozê ye. Efsûne Çawa bi serhildana li dijî zilmê hatiye destpêkirin. Ji bo Kurdan Newroz destpêkek nû, hatina biharê ye. Kurd jiyana nû bi berxwedanê didin destpêkirin. Ev tiştekî xweser û xweş e.   *Bi hatina Newrozê re Gelê Kurd bi coş û kelecaneke mezin vê cejnê pîroz dikin. Sedema van hestan çi ye? Ev coş ji kîjan rastiya dîrokî tê?    Wateya Newrozê ji bo Kurdên li Tirkiyeyê ne pir kevn e. Ev çîrokek nû ye. Bêguman aliyên wê yênkevneşopî jî hene lê rewşa wê ya îro beriya salên 1980’yî zêde nayê dîtin. Ev 40 sal e bi girseyî tê pîrozkirin. Ev jî girêdayê berxwedana Gelê Kurd e. Coşa Newroza me girêdayê kevneşopiya me ye. Pir xurt e lê tiştekî nû ye.   *Efsaneya Kawayê Hesindakar di şexsê civakê de rojevîbûna wê heye gelo?Ji bo xwedîderketin û parastina vê rojevîbûnê gel rol lîstiye?   Kawa serhildana berxwedanê ji bo me hemûyan daye destpêkirin û aliyê wî yê dirokî girînge. Piştre li Amedê li girtîgeha Amedê yanî li cihekî zilmê ku nirxên Kurd tune dikir, Mazlum Dogan carek din ev derxist holê. Ji ber vê jî em dikarin bêjin ku Kawayê Hesinkar fîgurekî ku her tim nû bûye. Di çîrokên berxwedanên din de dîsa zindî bûye. Kawayê Hesinkar ne tenê Kawayê Hesinkare, di heman demê de ji bo me hemûyan Mazlum Dogan e. Her ku zilm bidome wê rojevîbûna Kawayan bidome. Ji ber ku Mîtekî ku bi awayekî xurt di hestên Gelê Kurd de bi cih bûye ye.   *Em dikarin bêjin ku Newroz bi Mazlum Dogan re polîtîk bûye. Di vê pêvajoyê de hun refleksa dewletê ya li hember Newrozê û sekna Gelê Kurd ya li dijî vê çawa dinirxînin?   Ev rewş di serê salên 1980’yî de bi Mazlum Dogan re pêş ket. Lê di esasê de dawiya salên 80’ê de yanî destpêka salên 1990’î de Newroz bi girseyî hatin pîrozkirin. Li Ewropayê jî Kurdan pîroz kir. Li ser vê dewlet di 1991’î de bi piştgiriya wezareta çandê  siyaseta ‘Nevruz’ dimeşîne. Di vê siyasetê de jî ji koka cejna biharê  fêdeyê digire. Dibêjin binêrin li Ozbekîstan jî heye. Ne tenê ya Kurdan e. Belê ya wan jî heye lê ji bo Kurdan girîngiya wê pir cuda ye. Ji ser Newroze an Nevruze diçin pevçûnekê. Lê ev pevçûnek îdeolojîk e. Li aliyê din jî li dijî bernameyên dewletê yên li kolanan êrîşek mezin heye.   Mînak di Newroza 1992’an ya Cizîrê de 100 kes zêdetir tên kuştin. Şîdetek cidî heye.  Di salên 90’î de Newroz wisa hat pîrozkirin. Li aliyekî coşeke pir mezin li aliyê din jî şîdeta dewletê.   Newroz piranî ji aliyê jin, zarok û ciwanan ve hat pîrozkirin. Zarokan lastik dan ber agir û jinan kolan bi kar anîn. Coşeke wisa mezin bû ku gelekî nû hat avakirin û vê jî jin, zarok û ciwanan kir. Min ji bo teza xwe li çapemeniyê mêze kir. Min di wêneyên Mîliyet, Cumhuriyetê de jî heman wêne dît. Her tim jin û zarok li pêş in.    *Dewletê her tim gotina ‘Nevruz’ derxist pêş. Hun dikarin vê mijarê hinek vebikin?   Berî her tiştî tirsek tê jiyîn. Ji ber ku Newroz bi awayekî xurt û lezgîn belav dibe. Her desthilatdarî dizane ku di Newrozan de şîdetek mezin a fîzîkî pêk tê lê dizane ku şûnde jî gav nayê avêtin. Ji ber vê jî şerê îdeolojîk didin destpêkirin. Ev tiştekî pir aliye. Li aliyekê li mizgeftan xutbeyên Newrozê tên xwendin li aliyê din  Kukla Karagoz tên nîşandan. Li aliyê din jî Walî, rayedarên dewletê yên herêmî, peywirdarên artêşê, qeymeqam agir pêxistin û xwe ji ser davêjin. Li aliyekê jî sempozyumên navneteweyî. Piştre saziyek bi navê Serokatiya Navenda Çanda Ataturk heye. Ew jî pir profesyonel nêz dibin. Kovaran, pirtûkan çap dikin.  Piştre rengên kesk, sor û zer rengên Tirkan îlan dikin. Nedef ne tenê Newreoze. Ev hemû bi fîyaskoyên mezin encam dibin.   *Hun dikarin behsa manşetên wê demê bikin, hedefgirtina jin û zarokan divê çawa bê fêmkirin?   Gotinek Waliyê wê demê heye. Bang li mêrên Kurd dike û dibêje: “Jinên xwe bibin mal. Xwedî li jinên xwe derkevin’. Li aliyê din jî ji bo berxwedanê biçûk bixînin nêrînek wek ‘li pişt jin û zarokan xwe vedişêrin’ afirandin. Profîla jina berxwedêr li Tirkiyeyê jî heye. Li her qadê jinên berxwe didin hene. Cihê jinê ji xwe li kolanê tune ye. Hebe jî nahêlin. Jinê wek kirdeya siyasî nabînin.    *Di salên 90’î de Newroz wek ‘Pirsgirêka Ewlehiya Neteweyî’ tê dîtin….   Wek pirsgirêka ewlehiya neteweyî navê wê tê dayîn. Di MGK’ê de hevokek ‘Newroz pirsgirêkek ewlehiya neteweyî ye’ derbas dibe. Bi qasî di rojnameyan de hatiye dîtin em jî dizanin. Sedema vê jî nêzîkatiya komarê ya ji dîrokê heta îro ya li hember Kurdane. Kurd jî di Newrozan de vê dibêjin ‘Binêrin ez Kurd im. Tenê zimanekî min tune ye. Di heman demê de cejn, çand û sersalek min ya nû heye. Her tiştê min ji te cuda ye.’ Bi taybet binê vê cudabûnê xêz dike. Cudahiyên navbera Kurdan jî ji holê radike û dibêje Newroz cejneke kevb a mît ya berê ye û cudahiyên çînî, olî û ziman yên navbera Kurdan jî li pişt xwe dihêle û  Gelê Kurd yê ligel hev nîşan dide. Li aliyê din jî Kurdan ji îdeolojiya fermî ya Tirkan  vediqetîne û yekitiya Kurdan pêk tîne. Vê yekitiyê jî jin zarok û ciwan li kolanan deklere dikin. Ji ber vê jî desthilatdariya yek netew vê dike pirsgirêka ewlehiya neteweyî.   *Her agirê Newrozê wek serhildana li dijî Dehaqan tê dîtin. Hun di vê mijarê de çi dibêjin?   Di Mîtan de behsa yek kesî tê kirin û e ew kes gelek kesî temsîl dike. Dehaq jî fîgurek wisa ye. Sîmgeya zilmê ye. Wek kes ne tenê keseke. Ji ber vê dibêjin Dehaqan. Kawa jî wisa ye. Heta ku zilm hebe wê Kawa jî, wê berxwedan jî hebin. Diyalektîkek wisa heye. Hebûna Dehaq hebûna Kawa jî pêkan dike. Lê Kawa ji Dehaq re dibêje na. Ev tiştekî ku hewl didin hev tune bikin û hev zêde dikin e. Têkiliya esas a desthilatdariyê jî ev e.    *Yek ji mijara teza wan netewbûne. Girîngî û rola netewbûna Newrozê çi ye?    Tişta balkêş ya Kurdan ev ku mîta wan ya damezrîner evqas xwe dispêre berxwedanê ye. Ev bê jibîrkirin jî ji nû ve tê rojevê. Min li pêvajoya sedsalî ya avabûna Newrozê mêze kiribû. Demên ku tên jibîrkirin hene lê ji ber vê;Mînak di serhildanan de serî li Newrozan didin. An jî beriya avabûna komarê di salên 1900’î û şûnde qûtbûnek dibe lê Kurd xwe nagihînin Newrozan û piştre dîsa dibînin. Ev çîrokeke ku her tim ji nû ve vedigereye.  Tevgera Kurd ya nû ji nû ve Newrozê dibîne. Em ji bo hebûna xwe vebêjin û ji bo destpêkek nû ya hebûna xwe ji Newrozê hez dikin.   *Çîrokek berxwedanê ya ji Kawayan heta Mazluman li pêş me ye. Hun vê çawa dinirxînin?    Ev bi ya sedsal berê re ne heman e. Em tiştekî nû dijîn. Efsane xwe dispêre dîroka kevn. Koka wê xwe dispêre Şehnameya  di sesala 11-12’an de hatiye nivîsîn. Ji çîrokên berê tê. Koka wê wisa ye lê Newroza em dijîn nû ye. Ji ber vê ez naxwazim bêjim sedsalan berê. Tişta îro em dijîn girêdayê berxwedana me ya îro ye.   * We tezek amade kir. Sedema we ya taybet ya hun Newrozê lêkolîn bikin çibû?   Beriya her tiştî min xwest ez tişta ku min dike Kurd çi ye, fêm bikim. Ez dibêjim ‘Em Kurd in, Kurd im’. Lê çima? Min ji wir dest pê kir. Min ji heval û derdora xwe dipirsî ‘Bi rastî Kawayê Hesinkar jiyaye an na?’ Kesên navê Kawa dibihistin çavên wan dibiriqîn. Di dîrokê de Kawa jiyabe an ne jiyabe, ji bo me her tim hebû. Pir rast bû. Dema Newroz tê gotin dilê me davêje. Dema navê Mazlum Dogan tê bihistin çavên me tije dibe. Hesteke ku vê afirandiye heye. Kurd ne gelekî homojene. Kurdên cur bi cur hene.Lê hesta hevpar Newroz û Kawa. Min xwest vê fêm bikin.   *Ji Newrozê re demek kurt ma hun çi difikirin?    Di efsaneya Newrozê de qehreman her tim mêr in. Lê wek jinên Kurd cejna Newrozê ya me ye.Yên wate îro dane Newrozê Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel in. Di 1995’an de Zekiye û Ronahî hene. Di xwepêşendanan de jin û ciwan hebûn. Newroz ji bo me pir watedare. Me her tim berxwe da û em ê her tim berxwe bidin. Ez jî wek her Kurdekî heman tiştî hîs dikim. Ew rihê berxwedanê di Newrozê de dîsa gûr dibe. Ez jî her kesî re vê parve dikim û kêfxweşim.