'Jin bi rihê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve diçin' 2022-03-17 09:05:04     Medya Uren-Şirin Çinar   AMED - Aktivîsta TJA'yê û endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Hasret Alp têkildarî amadekariyên jinan ên ji bo Newrozê wiha got:"Îsal sala serkeftinê ye. Em wekî jin ji bo serkeftinê bi rihê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve diherikin. Em ê bi hev re govenda xwe ya têkoşînê geş bikin."   Newroza îsal dê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) wê were pîrozkirin. Jinên TJA'yî piştî pîrozbahiya 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve diçin. Aktivîsta TJA'yê û endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Hasret Alp têkildarî amadekariyên jinan bi ajansa me re nirxandinên xwe parve kir.   'Em ê agirê yekbûnê gur bikin'   Hasretê di destpêkê de têkildarî girîngiya Newroza îsal de axivî û got: "Newroz cejna navneteweyî ye û roja yekbûnê ye. Em ê li gorî wateya rojê armanca xwe bikin yekîtiya neteweyî û agirê yekbûnê gur bikin. Li rex wê jî weke ku me di deklarasyonê de jî parve kir em ê li ser çend xalên girîng xebatên xwe bidin meşandin û cejna Newrozê pîroz bikin. Em di pêvajoyên girîng re derbas dibin. Êrişên piralî li ser me tên kirin. Em ê li ser bidestxistina statuya gelê kurd bisekinin. Bi vê ve girêdayî, li dijî êrişên li ser Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê pêk tên me xwest em li ser sînorê herdu aliyan, li navçeya Elkê agirê yekem ê Newrozê pê bixin. Em ê di 15'ê Adarê de starta Newrozê li wir bidin û li hemû bajarên xwe em ê agirê xwe gur bikin."   'Em ê astengiyan nas nekin’'   Hasretê bi amadekariyên kirine re wiha berdewam kir: "Çawa ku di 8'ê Adarê de bi tevger û coşeke mezin me xebatên xwe meşandin em bi wê coşê jî derbasî Newrozê dibin. Bi taybetî jî salên çûyî ji ber şert û mercên şewba koronoyê ji bo tendirustiya gel, me weke partî nexwest pîrozbahiyan li dar bixin. Sala par jî pîrozbahiya me kiriye gelek bi sînor bû. Weke me dixwest me nedikarî xebatan bidin meşandin. Lê belê îsal em tu astengiyan nas nakin. Bi taybetî em li ser Amedê bêjin, bi giştî 17 navçeyên Amedê hene û wê li hemû navçeyên me xebat werin meşandin. Li bajar, navçe, bajarok û taxan jî amadekariyên me hene. Bi taybetî jî di eniya jinê de jî em xebatên berfireh didin meşandin."   'Em bi seknek rêxistinî bibin bersiv'   Hasretê bal kişand ser xalên wê di Newrozê de derkevin pêş û got: "Em wekî gelê kurd têkoşîneke demdirêj û tije bedel didin. Bi taybetî jî di 40 salên dawî de ji bo nasnameyek azad têkoşîneke mezin tê dayîn. Em jî dibêjin wê îsal dirûşma me serkeftin be. Em ê encamên têkoşîna xwe bi dest bixin. Weke me di serî de jî anî ziman serxalên me yên îsal girîng in. Yekîtiya neteweyî, azadiya Birêz Abdullah Ocalan, êrişên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê, qeyranên aborî, zêdebûna qetlîamên jinan, wê peyamên girîng werin dayîn. Li dijî vê yekê em ê bi yekîtî û sekna xwe ya rêxistinî bibin bersiv."   'Bi rihê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve'   Hasretê di berdewamiya axaftina xwe de bi taybetî bal kişand ser amadekariyên jinan û wiha diyar kir: "Bi dirûşmên 'dem dema azadiya jinê ye' û 'em ê biguherînin, hêza me heye' re me ji meha sibatê ve dest bi xebatên xwe yên 8'ê Adarê kir. Bi mîtîngê re hevdîtinên mezin pêk hatin. Me pêvajoyek ku hêza jinê derxist holê pêk anî. Me bi reng û coşa xwe re hemû bajar kir 8'ê Adarê. Em ê bi vê hêza xwe re jî ber bi qadên Newrozê ve biherikin. Li dijî polîtîkayên qirêj ên îktidara heyî me di 8'ê Adarê de sekna xwe nîşan da û me peyama Newrozê jî parve kir. Wê Newroz bi rengên me bi coş bibe."   'Govenda têkoşînê geş bikin'   Hasretê da bang kir û diyar kir ku govenda têkoşînê geş bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Polîtîkayên îktidara AKP û MHP'ê li ser nîjadperestî û tunehesibandina gelê kurd dimeşin. Ji bo têkbirina faşîzmê rêya herî sereke rêxistinbûyin e. Li dijî faşîzmê em jî bi rêxistin û yekîtiyê serî rakin. Em bi hev re tevlî govenda xwe ya têkoşînê bibin û geş bikin."