Starta Newroza Aydinê hat dayin 2022-03-16 15:52:02   AYDIN - Hêzên Demokrasî û Kedê diyar kirin ku ew ê îradeya hevpar a gelan ji bo biserketina doza azadî û demokrasiyê bibe sedema destpêkirina serdemeke nû û hemû kes vexwendin Newroza 20'ê Adarê.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Siberojê ya Çep û Yeşiller, Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran a Cemaweriyê (KESK) a Aydinê, bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" ji bo starta Newroza 2022'yan bidin li avahiya HDP'ê ya Aydinê civîna çapemeniyê li dar xist. Metna çapemeniyê Hevseroka HDP'ê ya Aydinê Aysel Baytar Onsel xwend.    Ayselê da zanîn ji aliyê hêzên hegemonîk û emperyel ve li ser şer û pevçûnê kaos û xizanî li gelan tên ferzkirin û got lê belê di vê Newrozê de hêvî û cesaret çend gavan li pêş in. Her wiha hat diyarkirin lêgerîna siyaseteke azadiya jinê dixwaze, ekolojîk û demokratîk e her diçe civakî dibe û hat gotin dê hêzên aştiyê tecrîdê bişkînin.    Banga Newrozê   Ayselê herî dawî hemû hêzên kedê û demokrasiyê vexwend Newroza 20'ê Adarê ya dê roja yekşemê saet di 12.00'an de li Kuçeya Fatîhê bê pîrozkirin.