KBG dê li Kadikoyê binçavkirina jinan şermezar bike 2022-03-16 14:28:24   KBG dê li Kadikoyê binçavkirina jinan şermezar bike   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya li Amedê 22 jin hatin binçavkirin. KBG'ê bang kir ku dê li Kadikoyê binçavkirina jinan şermezar bike. Ji bo çalakiyê banga beşdariyê hat kirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê da destpêkirin de di saetên serê sibehê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Tevî Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya li Amedê 22 jin hatin binçavkirin. Bertekên li dijî binçavkirinan didomin. Her wiha hat hînbûn ku derbarê 24 jinan de biryara binçavkirinê hatiye dayin. Jin bi hev re bi hêz in (KBG) diyar kir ku dê îşev li Kadikoya Stenbolê li dijî binçavkirinan çalakiyê li dar bixe.    KBG'ê li ser hesabê medyaya dîjîtal diyar kir ku dê saet di 19:00'an de ji bo hevalên xwe li ber Operaya Surreya ya Kadikoyê ben gel hevdu. Her wiha KBG'ê li hesabê medyaya dîjîtal parvekirina #GözaltılarSerbestBırakılsın! kir.