Li Enqerê û Mêrdînê binçavkirina jinan hat şermezarkirin 2022-03-16 14:01:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê binçavkirinên ku li Amedê pêk hatî de, KESK’ê li Enqerê û TJA jî li Mêrdînê daxuyanî dan û gotin: "Operasyon bêtehamuliya li hemberî têkoşîna jinan nîşan dide, lê em ê têkoşîna xwe berfireh bikin."    Li Amedê vê sibehê endamên Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) jî di nav de 24 jin hatin binçavkirin. Têkildarî binçavkirina jinan Li Enqerê û Mêrdînê jinan daxuyanî dan û binçavkirin hat şermezarkirin.     KESK'ê li navenda xwe ya li Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Li cihê civînê pankarta “Têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan nayê astengkirin, binçavkiriyan serbest berdin” hat daliqandin. Sekretera Hiqûqê û Têkiliyên Navnetewî ya KESK’ê Zeynep Erkan Korkmaz di civînê de axivî û da zanîn ku her çalakî û şahiyên jinan tên astengkirin û bi destê darazê zext û operasyon li dijî têkoşîna jinan didome û tê texmînkirin jin ji ber çalakiyên 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê hatine binçavkirin.    Zeynep anî ziman ku her roj jin bi tundiyê re rûbirû dimînin û li şûna ku tundiya îktidara siyasî were rawestandin lê tundî û zextên li ser jinan bi awayek sîstematîk berdewam dike û ev yek hêzê dide tundiya li ser jinan. Zeynep diyar kir ku ew van binçavkirinan wek “qirkirina jinan” dinirxînin û got: “Li dar xistina vê operasyonê ya beriya Newrozê û 1’ê Gulanê ne tesadufî ye. Armanca operasyonê tepisandina têkoşîn azadî û wekheviyê ya jinan e. Em dibêjin tavilê rêveber, endam û hevalên me yên binçavkirî berdin.”    TJA li Mêrdinê daxuyanî da    Tevgera Jinên Azad (TJA) jî li Mêrdînê binçavkirina jinan şermezar kir. Aktîvîstên TJA’yê li ber avahiya HDP’a Mêrdînê daxuyanî da û pankarta “Zext û binçavkirin nikarin me bitepisînin” vekirin. Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglu daxuyanî da û got operasyon li dijî destekftiyên jinan hatiye kirin û ev operasyon bêtehamuliya li hember têkoşîna jinan nîşan dide û ew ê li dijî van operasyonan têkoşîna xwe berfirehtir bikin.