Platforma Ked û demokrasiye Komkujiya Helebceyê şermezar kir 2022-03-16 13:56:03   AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi minasebeta salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da çapemeniyê û komkujî şermezar kir.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi minasebeta salvegera Komkujiya Helebceyê li pêş birdoziya jiyanê ya li Parka Koşuyolê ya Yenişehîrê daxuyanîyek da. Ligel pêkhateyên platformê; Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), Partiya Heremên Demokratîk(DBP), Partiya Karkerên Tirkiyê(TÎP), Partiya Emek, CHP, Partiya Deva û Partiya Gelecek jî beşdarî daxuyaniya hate dayîn bûn. Girseyê pankarta “ Komkujiya Helebçe nayê jibîrkirin” vekir. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê TUMBEL-SEN'ê Mehmet Can ve hate xwendin.   Metna daxuyaniyê wiha ye:   "Di Komkujiya Helebçeyê de 6 hezar û 357 kesî jiyana xwe jidest dan. 14 hezar û 765 kes jî bi giranî birîndar bûn. Li gorî rapora Rêxstina Tendurîstî ya Cîhanê(WHO) ev êrîşa kimyewî heta roja me ya îro bûye sedema gelek nexweşîn û xisarên mezin. Ji aliyek din ve jî tedawiya bi sedan kesên ku ji ber gazen kimyewî hatin birîndarkirin hê jî berdewam dike. Piştî komkujiyê, malbatên ku ji êrîşa duyemîn birevin gelek zarok û malbatên xwe li dû xwe hiştin û ew trawmayên wan hêj berdewam dike.   Ji bo ku bandora çekên kimyewî bi cîh bibe, ewilî malên wan bi çeken konvansiyonel hatine bombebarankirin û camê malan hatine şikandin. Dûvre çekên kimyewî hatine bikaranîn. Gava êrîşa duyemîn dest pê kir jî bêhnekê giran belav bû. Kesên ku ji êrîşa yekemîn xelas bibûn bi bêhna sêvê hatin qetilkirin. Di destpêkê de nezanîn ku ew bêhna sêvê ji ku tê. Bi vê yekê kesên Helebçeyê yek û yek hatin qetilkirin   Em wek Palatforma Ked û Demokrasiyê vê komkujiyê şermezar dikin û em ê tucarî vê  komkujiyê  nedin jibîrkirin."