Li jinên binçav kirin hevdîtina bi parêzer re qedexe kirin 2022-03-16 13:04:35   AMED - Serê vê sibehê Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya jî di nav de gelek jin hatin binçavkirin. Li hinên ku hatin binçavkirin hevdîtina wan a bi parêzer re jî hat qedexekirin.     Ji aliy Serdozgeriya Komarê ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna ku di 2021'ê de hatibû destpêkirin di saetên serê sibehê de  bi ser malan de hat girtin û gelek jin hatin binçavkirin. Li gel ku sedema binavçkirinan nehat zanîn hat diyarkirin ku derbarê 24 kesî de biryara binçavkirinê hebûye û parêzeran jî diyar kirin ku naveroka dosyayê jî li parêzeran hatiye qedexekirin.    Li gel ku hat diyarkirin derbarê 4 kesî de biryara lêgerînê hebûye heta 24 saetan jî hevdîtina jinan a bi parêzerên wan re hat qedexekirin.    Parêzer wê, derbarê binçavkirin, girtin û lêgerînê de li dozgeriyê îtîraz bikin.    Kesên hatin binçavkirin navê wan wiha ye: "Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê  Nevîn Oyman, endama Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn, aktîvîsta TJA'yê Zekiye Guler, Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Yenîşehira Amedê Remziye Sizici,  Hevşaredara Naveçya Sûrê ya Amedê ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin Fîlîz Buluttekîn, Sekretera SES'ê ya Amedê  Fatma Yildizhan,  Hevseroka TUMBEL -SEN'ê  Nîhal Yanik,  Sekretera Perwerdê ya Şaxa Hejmar 1 a Egtîm Sen'ê ya Amedê Hatîce Efe, Sekretera Jinê ya BTS'ê Bahar Ulug, Sakîne Karadenîz, Bîrsen Guneş,  Hazal Yildirim, Safiye Akdag, Esma Efeturk, Yildiz Kardaş, Endama Meclisa Şaredariya Yenişehirê  Emîne Kaya, Gulşen Ozer, Evîn Yelboga, Aktîvîsta TJA'yê  Jale Okkan."   Hat diyarkirin ku jinên hatin binçavkrin birine Muduriyeta Polîsan a Amedê.