HDP’ê Kemal Kûrkût bi bîr anî 2022-03-16 13:01:27   ENQERE - Di salvegera qetilkirina Kemal Kûrkût de HDP’ê daxuyaniyek da û got: "Ji wê rojê ve dewletê bi hemû erkên xwe polîsên bersûc parastine.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê ya 2017’an de polîsan ketilkiribû di salvegera mirina wî ya 5’emîn de ew bi bîr anî. Bi îmzeya Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê ku ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umîd Dede daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin.    Di daxuyaniyê de qetilkirina Kemal hat şermezar kirin û wiha hat gotin: “Kemal Kûrkût beriya niha bi 5 salan, di 21'ê Adara 2017'an de dema ji bo ku tevlî Newroza Amedê bibe tê qada Newrozê, polîsan 'bi gumana bombeyê zindî' ji pişt ve gule berdan û ew kuştin.   Wê demê ya Walîtiya Amedê gotibû 'kesekî ku dixwest çalakiya bombeyê zindî bike hatiye bêbandorkirin'. Lê wêneyên piştî rûdanê rojnamevan Abdurrahman Gok kişandibûn her tişt bi rengekî aşkere derxiste holê. Ji wê rojê û vir ve dewlet, bi hemû erkên xwe polîsên bersûc parastin. Hêzên çekdar, Saziya Tiba Edlî, hemû  saziyên dewletê ji bo ku ser kuştinê bigirin bi dil û can xebitîne.    Dawiyê jî derheqê polîsên bersûc biryara bereatê hatiye danîn. Em kesên ku Kemal Kûrkût kuştin, ên ku lê fihil kirin jî, her roj ji nû ve şermezar dikin, em ê şermezar bikin jî. Di vê roja dîrokî ku sembola sala nû, bawerî, berxwedan, aştî û azadiyê ye, em Kemal Kûrkût ê ku hatî kuştin bi bêrîkirin bi bîr tînin, di şexsê Kemal Kûrkût de em soz didin hemû ciwanên xwe ku têkoşîna demokrasiyê û aştiyê geş bikin û welat û cîhaneke ku em bikaribin lê bijîn ava bikin.”