Kongreya Star agirê Newrozê yê 2022'yan li warê Derwêşê Evdî, vêxist 2022-03-16 12:11:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta 21'ê Adarê Roja Newrozê Kongreya Star agirê Newroza 2022'yan li ser Kelha Sukra vêxist.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya pîrozbahiyên Cejna Newrozê li Herêma Cizîrê eşkere kir. Bi heman mebestê endam û rêveberên Kongreya Star ên Kantona Hesekê li ser Kelha Sukra ya Çiyayê Kizwanan li warê Derwêşê Evdî çirûska yekemîn a Newrozê vêxistin. Derbarê pîrozbahiyê de jî Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Îso axivî.   Rîma Îso Newroza 2022'yan li gel, kedkar û şoregeran pîroz kir û wiha got: "Agirê ku Kawayê Hesinkar li dijî zilma li ser kurdan û mirovahiyê vêxist, îro em bi rihê agirê bedena Mezlûm û Rehşanan ku cejna Newrozê geş kirin, pêşwazî dikin. Em vê cejnê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şoreşger û rêhevalên dozê, jinên berxwedêr dikin. Me îsal li Kelha Sukra a ku ji aliyê DAIŞ'ê ve wekî girtîgeh bi kar anîne û heman wextê jî li ser wê serê mirovan dihate jêkirin û avêtin, li vir em agirê Newrozê li dijî zilmê ji nû ve vêdixin. Da ku em teqez bikin tu carî tarîtî û zilm dewam nake."   Rîma Îso bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Her ku em mirovek an jî deverekê rizgar dikin li cem me Newroz e. Em her roj bi berxwedan û têkoşînê gelê xwe ji zilmê xilas dikin. Ji bo wê jî em vê rojê agirê tolhildanê jî bilind dikin."   Piştî agir hat vêxistin, govenda azadiyê hate gerandin.