Li Amedê gelek jin hatin binçavkirin 2022-03-16 09:15:25     AMED - Serê sibê polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girt û di nav de Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya jî heyî gelek jin hatin binçavkirin.    Ji hêla Serdozgeriya Komara Amedê ve operasyanek hat destpêkirin û serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Gelek jin serê sibehê hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.    Kesên ku hatin binçavkirin: “Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Nevîn Oyman, endama Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zekiye Guler, hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici, hevşaredara Sûrê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Fîlîz Buluttekîn, sekretera Jinan a SES’ê ya Amedê Fatma Yildizhan, hevseroka TUMBEL-SEN’ê Nîhal Yanik, sekretera perwerdehiyê ya Egîtîm-Sen 1 Hatîce Efe, sekretera jinan a BTS’ê Bahar Ulug, Sakîne Karadenîz, Bîrsen Guneş, Hazal Yildirim, Safiye Akdag, Esma Efeturk,Yildiz Kardaş, Yelda Çîçek, endama meclîsa şaredariya Yenişehirê Emîne Kaya, Gulşen Ozer, Evîn Yelboga, aktîvîsta TJA'yê Jale Okkan.”   Jinên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.