Jinên li Elkê agirê Newrozê pêxistin: Em ê bi Newrozê tifaqa xwe ava bikin 2022-03-16 09:06:16     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Agirê ewilî ya Newrozê li Elkê bi coşeke mezin hat pêxistin. Di pîrozbahiyên Newrozê de jinên li Elkê bal kişandin ser yekitiya kurdan û gotin: "Bila kurd dijminatiya hevdû nekin. Bila Newroz bibe wesileya yekitiya kurdan."     Agirê ewilî ya Newrozê li Elkê ya ku li ser sînorê Herêma Federal a Kurdistanê ye bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye” hat pêxistin. Newroza ku li quntara Çiyayê Katoyê hat pîrozkirin peyamên girîng ên yekitiyê hatin dayîn. Jin bi cilên xwe yên gelerî ligel hewaya sar li dora agir govend gerandin. Jinên ku li bajar û navçeyên cuda hatin bi xelkê Elkê re civiyan û bi coşeke mezin Newroza xwe pîroz kirin.    Jinên li Elkê dijîn hest û ramanên xwe ji ajansa me re anîn ziman.    ‘Bila dijminatiyê nekin'    Perîhan Temel, di destpêka axaftina xwe de wiha kelecana xwe ya Newrozê anî ziman: "Dema Newroz tê ez gelekî kêyfxweş dibim. Ji bo me wateya Newrozê cudaye. Piştî 8 salan li Elkê Newroz tê pîrozkirin. Agirê Newrozê bi coşekî mezin bilind dibe. Elkê li ser sînor e û aliyên din PDK heye û êrişê gelê xwe dike. Ez bang li Mesût Barzanî dikim ku bila dijminatiya kurdan neke. Divê kurd bibin yek û yekitiya xwe ava bikin. Ger yekitî ava be dê ev xwîn bisekine. Em ê bi bilindkirina agirê Newrozê ya li ser sînor yekitiya xwe ava bikin."   ‘Em ê her tim banga yekitiyê bikin'    Hemaîl Cîn, diyar kir ku Newroz tê wateya azadî, aştî û wekheviyê û wiha bi lêv kir: “Em kurd bi salane daxwaza azadî û aştiyê dikin. Em her tim li qadên Newrozê daxwazên xwe tînin ziman. Em naxwazin kurd bên kuştin. Neyarên kurdan zêde ne û niha jî Barzanî neyartiya gelê xwe dike. Barzanî bi xwe jî kurd e û îro dijminatiya kurdan dike. Em dixwazin yekitiya xwe ava bikin. Em naxwazin dayikên tirk, kurd, erep û çerkez bigirîn. Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe wesileya yekitiya kurdan. Her kes li qadan divê banga yekitiyê bikin. Em hêvî dikin ku ev Newroz bibe wesîleya azadî û aştiyê.”   ‘Bila dev jî neyartiyê berdin'    Zeynep Temel, diyar kir ku Newroz tê wateya serhildanê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em bi coşek mezin Newroza xwe pîroz dikin. Me li vir bi coşeke mezin agirê Newrozê hilkir. Newroza me Newroza Kurdistanê ye. Newroz, Newroza me kurda ye. Her sal bi hatina biharê re heyecaneke mezin dikeve dilê me û em dengê xwe yê serhildanê bilind dikin. Îro li her derê kurd tên kuştin. Li Başûr jî kurd tên kuştin. Barzanî neyartiya gelê xwe dike. Em dixwazin bila dev ji vê neyartî û îxanetê berdin. Çima piştgiriya Erdogan dike. Barzanî jî kurd e. Di vê Newroza îsal de em dixwazin azadî û aştî pêk bê û yekitî ava bike. Em ê bi Newrozê tifaqa xwe ava bikin.”   ‘Bila girtî bên berdan'    Halîme Dursun jî Newroza Gelê Kurd pîroz kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Barzanî îro dijminatiya kurdan dike û piştgiriya neyarên kurdan dike. Lê ger wiha berdewam bike dawiya wê jî nebaşe. Ew çawa dikare mirovên xwe dikuje. Em ji Barzanî daxwaza yekitî û aştiyê dikin. Kuştin ne çareseriye. Dawiya her şerê çareseriyek heye. Ji ber vê yekê jî em dixwazin bila demek zû yekitî bê avakirin. Barzanî bila destê xwe bide destên kurdan. Barzanî li ser rêya şaş e û bila ji vê rêyê vegere. Me di vê Newrozê de jî banga yekitiyê kir. Em dixwazin girtî hemû bên berdan û rewşa girtiyên nexweş girane. Bila deriyê girtîgehan vebibe û hemû azad bin. Ger ku Gelê Kurd rabe li ser piyan dê azadî û yekitî jî pêk bê.”   ‘Bila agirê Newrozê geş û bilind bibe'    Halîme Temel, wiha bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê: "Li Elkê jî herî dawiyê di sala 2014’an de agirê Newrozê hatibû pêxistin û piştî 8 sal şûnde agirê Newrozê carekedin hat pêxistin. Em bi pêxistina agirê yekem a Newrozê ya li vir gelek kêfxweş bûn. Em dixwazin agirê Newrozê li her deverên din jî geş û bilind bibe. Li dijî hemû astengiyan em tevlî pîrozbahiyên Newrozê dibin. Barzanî jî bûye hevalê AKP û MHP’ê. Ev tişta ku dike ne raste û çima vê tiştê li gelê xwe dike. Banga me ji Barzanî ew e ku dev ji vê neyartiyê berde û li cem gelê xwe be. Bila piştgiriya xwişk û birayên xwe bike. Em dixwazin tifak û yekitiya kurdan ava bibe. Em dixwazin bi dilek xweş Newrozên xwe pîroz bikin. Em dayik xweşî û dilxweşiyê dixwazin. Em kurd bibin yek û Newrozên xwe bi yekitiyê pîroz bikin. Newroz berxwedane û berxwedana kurdan e.”   ‘Me di vê Newrozê de daxwaza yekitiyê kir'    Qazê Cîn wek jinên din ên Elkê banga yekitiya kurdan kir û wiha axivî: "Bi salane em kurd banga yekitiyê dikin, lê belê daxwaza me pêk nayê. Em dixwazin kurd bibin yek û li hember neyaran hêza xwe bikin yek. Bila Barzanî jî dev ji vê neyartiyê berde. Em azadî û aştiyê dixwazin. Barzanî ji bo menfeatê xwe dijminatiya kurdan dike. Divê dev ji vê neyartiyê berde. Em ê tu carî dev ji daxwaziya xwe ya yekitiyê bernedin. Ger ku yekitî ava bibe dê pirsgirêka kurd çareser bûya û azadî pêk bihata. Di vê Newrozê de jî me daxwaza yekitiyê kir. Heta yekitî pêk bê em ê daxwazên xwe dubare bikin.”