Li Semsûrê xebatên Newrozê 2022-03-15 15:35:24   SEMSÛR - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Semsûrê diyar kir ku wan ji bo pîrozbahiya Newrozê ku wê di 20'ê Adarê de bê kirin dest bi xebatan kiriye.   Komîteya Amadekar a Newrozê ya Semsûrê bi daxuyaniyeke ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Semsûrê da diyar kir ku wan xebatên xwe yên ji bo pîrozbahiya Newrozê ku wê di 20'ê Adarê de bê kirin dane destpêkirin.   'Em banga derkevin qadan dikin'    Di daxuyaniyê de Serokê Komîtya Amadekar a Newrozê Bekîr Gurbuz axivî û got, "Em bi coş û kelecaneke mezin amadekariya Neworozê ku nirxê hevpar ê Gelê Kurd û Mezopotamyayê ye dikin.  Ji bo Newroza ku bê pîrozkirin me serlêdana xwe kir û em ê xebatên xwe yên ji bo pîrozbahiyê bidomînin. Em bang li gelê xwe dikin ku biherike qadên Nerozê."