'Nobeta Edaletê' ya li ber Girtigeha Amedê: Bijî berxwedana zindanan 2022-03-15 14:38:04   AMED - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan îro li ber Girtîgeha Amedê pêk hat. Malbatan li ber girtîgehê banga pêkanîna edaletê kirin.   Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan ên li Amedê 120 roj in didome. Malbatan çalakiya xwe ya îro li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê li dar xistin. Endam û nûnerên TUAY-DER, MED TUHAD-FED, MEBYA-DER û OHD'ê ji bo piştevaniyê tevlî çalakiya malbatan bûn.    Polîsan dora malbatan dorpêç kir û nehiştin ku daxuyanî bê dayîn. Malbatan bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bertek nîşanê astengkirinê dan.