Li Kobanê bi zarokan re Newroz hat pîrozkirin 2022-03-15 14:02:30   KOBANÊ - Tevgera Hîlala Zêrîn û Çand û Hunera Baqî Xidoyê ya Kantona Kobanê, bi dirûşma "Bi lehengiya Egîdan zarokên me azad bijîn" bi zarokan re Newroz pîroz kir.    Bi munasebeta Cejna Newrozê, îro li Kantona Kobanê Tevgera Hîlala Zêrîn û Çand û Hunera Baqî Xidoyê bi zarokan re Newroz pîroz kirin. Di şahiyê de nepoxên reng bi reng hatibû daliqandin. Di şahiyê de Koma Şehîd Silava stran gotin. Her wiha Koma Şehîd Delîla jî helbest jî xwend. Koma Kevana Zêrîn jî Şano û Mûzîk pêşkêşî beşdaran kirin. Ji aliyê Koma Şehîd Şîlan ve jî Dîlana Efrînî pêk hat. Bi dehan ji sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, malbatên zarokan û zarok beşdarî şahiyê bûn. Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir û paşê li ser navê Tevgera Hîlala Zêrîn Gûlçîn Hiso axaftin kir.   'Newroza 2022'yan li hemû zarokên cîhanê piroz be'   Gûlçînê di destpêka axaftina xwe de anî ziman ew e Newroza 2022'an li hemû zarokên cîhanê pîroz dikin û wiha got:"Wekî her sal Newroza giştî di 21'ê Adarê de tê pîrozkirin. Lê me biryar da ku her sal dê di 15'ê Adarê de Newroza zarokan bi rengekî taybet bê pîrozkirin. Em Newrozê li tevahî zarokan, Rêber Apo, jinên cîhanê pîroz dikin."   Newroza Zarokan bi stranan bi dawî bû.