TJA: Newroz vejîn nûbûn û ji bo aştiyê hêvî ye 2022-03-15 13:38:01   AMED - TJA'yê derbarê Newrozê de daxuyaniyeke nivîskî da û got, "Dema azadiya jinan, dema ku wê agadiya gelan pêk bîne ye. Newroz vejîn e. Newroz nûbûn e, Newroz ji bo aştiyê hêvî ye."   Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" derbarê Neworza ku wê li 72 bajarî bê pîrozkirin de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê sedsala 21'ê bi be sedsala jinan û ev tişt hat gotin, "Wekî di hemû Neworzên ku di çaryeka vê sedsalê de hatin pîrozkirin, Berxwedana jinê girêdaneke wê ya xwezayî bi Newrozê re heye. Em ê di vê newrozê de jî daxwaza xwe ya aştiyê bi dirûşma 'Dem dema azadiya jinê ye' bînin ziman.   Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew bi ruhê Newrozê yê bûye sembola vejîn, şiyarbûn û nûbûnê ber bi Neroze nû ve diçin û di dirêjiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin,  "Newroz li her parçeyê Kurdistanê sembola vejîn û nûbûnê ye. Tundiya mêr, îro ji aliyê pergala kapîtalîst ve bi rêbazên qirêj û amûrên qirêj, di ser jin û çandê re dixwaze civakan ji nû de bi teşe bike û li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne. Lê îqtîdara ku gelên xwedî çand û baweriyên cuda li gel hev bi kar tîne û wan dike dijminên hev niha li ber têkçûnê ye."   'Newroz vejîn e'   Banga me ji bo hemû jinan, rêxistinên jinan, ji bo civakên sivîl û parêstvanên mafan e; Werin em bi hev re em tifaqa herî mezin a jinan û piştevaniya wan a bi hev re pê bînin. Di serî de li ser erdnîgariya xwe li dijî şer aştiyê,  bi hev re û bi rûhê Newrozê ji nû de biparêzin. Dema azadiya jinê dema ji bo gelan azadî ye. Newroz vejîn e, nûbûn e û Newroz ji bo aştiyê hêvî ye."