ROJEVA 15'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-15 09:00:00     *Dayika, Nadîr Guneç (Bawer Pîr) yê di berxwedana ku 79 rojan li Geverê berdewam kir de jiyana xwe ji dest, Kewê Guneş da zanîn ku ew bi kurê xwe serbilind e û wiha vegot: “Bi têkoşîna ku kurê min daye, serê me her tim bilind e. Daxwaza wî ya dawî ev bû ku bi heybet bê definkirin. Ji ber min anî cih dilê min pir rehet e.” DÎMEN HEYE   *Newroz 'yan nû roj' li ba miletên arî  û gelên kevnar  û heya  li ba gelê Misrê  ew nîşana hatina buharê ye. Gelên arî  wek kurd û ecem û îraniya û li Hindistanê û li Misrê heya niha ew li roja bîst û yekê adarê kêf û şahiyê li dar dixin. Ji ber ko  buhr di wê rojê de tê cîhanê. Li ba gelê kurd ji hezarê salan de ‘ roja bîst û yekê adarê ew ne tenê nîşana hatina buharê ye. Li ba kurdan roja Newrozê 'ew destpêka azadiyê û serhildanê ye'. JI PÊNÛSA JINÊ    *Şahidên Komkujiya Helebçeyê dan zanîn ku ew bêdengiya cîhanê ya ji bo komkujiyê ji bîr nakin û wiha gotin:"Li pêş çavên cîhanê bi hezaran kurd hatin qetilkirin. Dîrok her sal di 16'ê Adarê de şerma bêdengiya cîhanê diqêre. Birînên me yên hîn nehatine girtin hene. Em di şeva Enfalê de asê mane û qêrînên zarokan jî di guhê me de asê mane. Helebçe berdewam e." DÎMEN HEYE   *Bêrîvana Cizîrî ku di Newroza Cizîrê de ‘tiliya xwe  ji dewletê re hejand’ û bi gotinên ‘Ger mirin be bila mirin, qedexebe bila qedexe, îşkence be bila îşkence, çi dibe bila bibe em şûnde gavê navêjin’ di hişan de cihê xwe girt, bi wesîleya Newroza 2022’yan bang li hemû jinan kir ku Rêberê PKK’ê azad bikin û azadiya xwe xurt bikin. DÎMEN HEYE   * Ji bo Newroza dê bi rihekî serhildêr li Anitparkê bê pîrozkirin jinan banga tevlîbûnê kirin û wiha gotin:"Di serî de li Kurdistanê, li her qadên Tirkiyeyê tevî hemû zextan Newroza 2022'yan wê bibe Newroza serhildaneke mezin." DÎMEN HEYE   *Dê Nobeda Edaletê li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê bê girtin. (12.30) BI DÎMEN