Li Amedê xebatên Newrozê berdewam dike 2022-03-14 18:52:46   AMED - Li navçe û gundên Amedê pîrozbahiyên Newrozê dest pê kir.   Xebatên ji bo Newrozê li gelek deveran bi coş û kelecaniyek mezin tê meşandin. Beriya Newroza mezin a Amedê li navçe û gundan pîrozbahiyên Newrozê dest pê kir.   Yenîşehîr   Rêxistina navçeya Yenîşehirê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gundên Qereweyî, Êxliya (Sancak) û Tilhamê belavokên Newrozê hatin belavkirin û pişre agirê Newrozê hat vêxistin. Li dora agir govend gerandin û dirûşmeyên “Newroz pîroz be”, “ Bijî Newroz” berz kirin.   Peyas   Li navçeya Peyasê jî li gundên Gilbêrg, Cûcûkê û Cankitranê broşûr hatin belavkirin.  Welatî bi dirûşmeyên "Bijî Newroz" piştgirî dan xebatên Newrozê.   Rêzan   Herî dawî jî li bazara navçeya Rezanê ji xebata belavkirina broşûr hate kirin. Banga tevlîbûna Newrozê hat kirin